Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye 2021-12-27 10:17:29   NAVENDAN NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyeyê ye û careke din bal kişand ser girîngiya Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an ve radestî Tirkiyeyê hat kirin, 23 sal in li Girtîgeha Îmraliya Bûrsayê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Ev 23 sal in hemû hewldanên Rêberê PKK'ê Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e û her dem rayedarên Tirkiyê bi komkujî, girtin û operasyonên li dijî kurdan bersiv dan Ocalan.    Di pêvajoya ku di raya giştî de wek “Hevdîtinên Osloyê” tê nasîn û dihatin kirin, li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve balafrên şer ên Tirkiyê êrişî gundiyên ku çûbûn wî alî sînor bazirganiya sînor dikirin, kiribûn. Di encama bombebaranê ango komkujiyê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin.    Rêberê PKK’ê Ocalan di heyama pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013 û 2015’an de pêk hat, derbarê Komkujiya Roboskî de tespît û nirxandinan kiribû. Ocalan destnîşan kiribû ku Komkujiya Roboskî parçeyek operasyonên tasfiyeyê ye û her tim digot divê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan were avakirin û lazim e bûyerên wiha tarî werin lêkolînkirin û ronîkirin.   ‘DIVÊ BÛYERÊN TARÎ WERIN LÊKOLÎNKIRIN’    Rêberê PKK'ê Ocalan di hevdîtina 18'ê Adara 2013'an de bal kişand ser pêwîstiya lêkolînkirina Komkujiya Roboskî û wiha got: "Rewşa malbatên Roboskî dramatîk e. Komîsyonên ku me berê jî behs kiribûn, (Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan) dê her tim bûyerên tarî yên berê lêkolîn bikin. Bi sed û hezaran bûyerên wiha hene. Dibe ku pêwîst be hemû bûyerên bi vî rengî yên di dîroka Komarê de cih bigirin û werin lêkolînkirin.”   ‘KOMKUJÎ BERDEWAMIYA OPERASYONA TASFIYEKIRINÊ YE’   Ocalan di hevdîtina 17'ê Tebaxa 2013'an de jî destnîşan kiribû ku komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyeyê ye û gotibû: "Wan xwest wek pêvajoya Osloyê peşkê li vê pêvajoyê jî bixin lê min sebir kir. Vana tînin pêşberî Serokwezîr: Dema ku tasfiye bibe hûn çima muzakereyê dikin? Dixwazin şerê wekaletê yê kevneşopî bidomînin. Tirkan bi kurdan tasfiye bike, bi kurdan jî êrişî tirkan bikin û lêferzkirina raperîn derxistinê ye. Şêx Seîd, NATO, Menderes, bûyerên 6-7ê Îlonê, şerê rast-çep hemû mînakên vê ne. Ev proje hê jî di meriyetê de ye. Min ji bo wê sebir kir. Anîna min a vir jî heman tişt e. Dixwazin ez di çareseriya siyasî de bi rola xwe ranebim û bêjin Apo-PKK qediyaye.”    MA / Ozgur Paksoy