Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê 2021-12-27 12:54:51 ŞIRNEX - Li Roboskê ya di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de ye 35 kesên ku ‘ji bo li vî gundê çiyayî debara xwe bikin’ ketin rê hatin qetilkirin, wan çavên qurbaniyan ên li edaletê digerin, me bi wan awirên xwe pêşwazî dikin.    Dema em Çiyayên Cûdî, Gabar û Çelê Nimêj dişopînin, me dibin Roboskê. Deh sal bi ser qetilkirina 19 jê zarok 34 mirovên bi balafirên şer ku bi gotina gundiyan “Ji bo li vî gundê çiyayî debara xwe bikin” lîtreyeke mazot, kîloyek çay, şekir bînin, xewa xwe nîvcoyî hiştin re derbas bû. Din ava 10 salan de li Roboskê ya ku şîn lê bi dawî nabe û edalet lê pêk nayê gelek tişt hatin guhertin.    Dawetî û Tanîn du çiyayên ku Roboskî û Bêcuh ê gundekî ermenan bû bi heybeta xwe dorpêç kirine. Li binê çiyayan Çemê Ro derbas dibe. Gundî vî çemî weke “Çemê Roboskê” bi nav dikin. Bi sînoran hatibe veqetandin jî her du aliyên sînoran çend gavan ji Heftenînê wêdetirin. Vê erdnîgariyê beriya ku Roboskê biqewime çend komkujî dîtine. Ji hemûyan re jî ewilî çiya, kendal û çemen vê erdnîgariyê bûn şahid. Roboskî rûyekî din ê bêtehemuliya xwe ya li hemberî hebûna kurdan bû. Dawetî û Tanîn jî bûn şahidên komkujiyê û kujeran nikarîn xwîna bi destê xwe ve bişon.     34 ÇAVÊN LI EDALETÊ DIGERIN   Li Roboskê her mala ku hûn li deriyê wê dixin, çarçoveyeke wêneyên 34 mirovên hatine qetilkirin, bi dîwarên wan ve daliqandiye. Li Roboskê di her malê de 34 çavên li edaletê digerin li me dinêrin.   JIN HÊJ CILÊN REŞ LI XWE DIKIN   Li gundê bi dawetên xwe yên bi heybet û qelebalix tê zanîn, piştî komkujiyê demekî dirêj bi deng dawet nekirin, ciwanên ku biryara zewicînê didin, bêdengî dizewicin. Xizmên kesên ku hatine qetilkirin, cilên reş ên sembola şînê ne neguherandin. Jinên ku dibêjin cilên xwe yên netewî yên rengîn şewitandine, bi lêv dikin ku li Roboskê êdî tiştek weke berê nîne.    MIRIYÊN LI SER PIŞTA HÊSTIRAN HATIN HILGIRTIN   Bi 34 mirovan re nêzî 50 hêstir jî hatin qetilkirin. Hêstir ji heywanekî ku gundiyan çay û mazota xwe lê bar dikir wêdetir, rêhevalê gundiyan bûn. Di komkujiyê de kelexê hestiran û laşên 34 ciwanên perçekirî tevlîhev bûbûn. Piştî ku tu alîkarî nehat gundiyan cenaze bi betaniyan pêçabûn û bi hêstiran biribûn gund û wê rojê gotina “Heke em miriyên li ser pişta hêstiran hatine hilgirtin ji bîr bikin, bila dilê me zuha bibe” hatibû gotin.    Bêtehamuliya li dijî hestirên hem hevrê hem jî çavkaniya debarê ya gundiyan jî xelas nebû. Hêstirên bi 34 kesan re hatin qetilkirin, di 25’ê Adara 2015’an de bi fermana eskeran a “gule berdan serbest e” bi guleyan hatin qetilkirin. Tevî dîmenên qetilkirina hestiran, daxuyaniyên fermî bi qasî komkujiyan tirsnak bûn: Hêstir di kendal de ketin!   LI ROBOSKÊ GELEK TIŞT HAT GUHERTIN    Tevî ku bazirganiya sînor bi agahdariya qereqolê hat kirin jî, ewilî 34 kes hatin qetilkirin. Bi qetilkirina hêstirên ku hevrêyên gundiyan bûn, gundî çavtirsandî kirin. Dîsa jî ji bo gundî “li vî gundê çiyayî debara xwe bikin” bazirganiya xwe berdewam kir. Piştî di sala 2011’an 34 kes hatin qetilkirin vê carê jî bi gulekirina hêstiran peyam hatibû dayîn. Zêde dom nekir, gundiyên ku di 30’ê Gulana 2016’an de çûn qeçaxçîtiyê vê carê jî ji Fermandariya Alaya Bêcuhê hatibûn bombekirin û di encamê de Vedat Encu yê 16 salî hatibû qetilkirin.    Hejmara kesên hatibûn qetilkirin derketibû 35’an. Sal derbas bûn, edalet nehat vê axê, faîl nehatin darizandin…Lê li Roboskê gelek tişt hat guhertin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel