Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin! 2021-12-27 15:27:08   ENQERE - Polîsên gazinker di Doza Kobanê de hatin guhdarkirin. Lê ev polîsên gazinker ji siyasetmedarên qet nas nakin jî bûn gilîker.    Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê di roja 5’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Hin siyasetmedar beşdarî dozê nebûn, hin siyasetmedar jî bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişîn bûn.    GUHDARIYA MUŞTEKIYAN    Şandeya dadgehê piştî tespîta nasnameyan derbasî danişînê bû û diyar kir ku wê derbasî beyanên muştekî ango gazindekeran bibin. Beriya muştekî werin guhdarîkirin ji parêzerên dozê Cîhan Aydin diyar kir ku divê agahiya ku wê li muştekiyan were guhdarîkirin bidana wan û heke wisa were kirin dê navê vê nedarizandin be û xwestin beriya danişînê navê van muştekiyan ji wan re were ragihandin.    DAXWAZA PARÊZERAN HAT QEBÛLKIRIN    Serokê dadgehê xwest guh nede daxwaza Cîhan Aydin û derbasî guhdariya muştekiyan bibe. Lê parêzeran hişyarî da serokê dadgehê û xwestin daxwazên parêzeran bi biryarê ve were girêdan. Li ser vê yekê serokê dadgehê biryar da ku navê muştekiyên werin guhdarîkirin ji berê ve ji parêzeran re were ragihandin.    NEBÛ GILÎKER    Ji muştekiyan Serkan Yazici diyar kir ku ji ber wesayîta wî zirar dîtiye gilî kiriye û lê belê wî daxwaz nekiriye ku tevli dozê bibe. Parêzer Mahsûnî Karaman biryara DMME’yê bi bîr xist û got: “DMME’yê got ‘tu eleqeya xesar dîtina wesayîta we û twîta HDP’ê parve kiriye bi hev re nîne’. Vê biryarê jî bîne bîra xwe û gelo hûn hêj giliyê we dewam dike?” Muştekî jî wiha bersiv da, “Ez ji wan kesên di bûyeran de bûn gîlkar im. Serokê Dadgehê pirsa, “Gelo hûn ji kesên ji dosyeya me tên darizandin gilîkar in?” kir û muştekî Yazici jî diyar kir ku ew nabe gilîker.    GILÎ Û GOTINÊN MUŞTEKIYAN HEV NAGIRIN    Tevî ku van polîsên muştekî hin siyasetmedarên ji dozê tên darizandin nas nedikirin jî dîsa gilî kirin û giliyê xwe bi paş ve nekişandin.    Parêzeran derbarê gilî û beyanên muştekiyan ên bi nakokî û çewt de pirs ji wan kirin.    Ji van polîsên muştekiyan Mehmet Akkuş diyar kir ku ew gilîkar e û daxwaza wî ya beşdarî dozê bibe nebûye. Parêzeran pirs ji Akkuş kirin. Akkuş got ev kesên li salonê amade ne li cihê bûyeran nedîtiye.    ‘AKP BERPIRSIYAR E’    Siyasetmedarên girtî Nazmî Gur û Alî Urkut ji muştekiyan pirsan kirin. Nazmî Gur destnîşan kir ku berpirsiyarên bûyeran AKP bi xwe ye û dozê wek şermê bi nav kir û her muştekî dibêje ku ne li ser daxwaza xwe beşdarî dozê bûne û ev jî dide nîşandan ku îqtdar ku yasayan ji xwe re çêdike darazê birêve dibe.    Piştî axaftina gur şandeya dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.