Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê 2021-12-27 16:53:29 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî tevlî çalkiya greva birçîbûnê ya ku 8 girtiyan dabû destpêkirin bûn.  Li Girtîgeha Kiriklara Bucaya Îzmîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê di 28’ê mijdarê de 8 girtiyan li dijî zext û muameleya xerab çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dabûn destpêkirin. Hat ragihandin ku sê girtiyên jî tevlî çalakiyê bûne. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ragihandibû ku çalakî hatiye destpkêrin û çalakî di roja 30’yemîn de berdewam dike û çalakvanên nû beşdar bûne.    EGE TUHAYDER’ê diyar kir ku Mahîr Çakir, Şaban Sidal û Îbrahîm Tikan jî beşdarî çalakiyê bûne. Bi beşdariya van sê girtiyan re hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derketiya 11’an.    Navê girtiyên berê çalakiyê dabûn destpêkirin jî wiha ne: Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan.