Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye 2021-12-27 18:36:39     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di serdana Partiya Gelecekê de axivî, diyar kir ku heya hilbijartina pêşwext çêbibe pêdiviya me dewreke derbasbûyînê heye û got: "Lêgerîneke ji bo xelasiyê berpirsiyariya me ye."    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serdana Partiya Gelecekê kirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş BEştaş û Cîgirê Hevserokatiya Giştî Tûncer Bakirhan jî di serdanê de cih girtin. Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû li ber erî Hevserokên Giştî yên HDP'ê pêşwazî kirin. Hevdîtin bi awayekî sergirtî hat kirin. Piştî hevdîtinê Bûldan û Sancar û Davûtoglû daxuyaniyek dan.      Ewilî Davûtoglû axivî û got, Demokrasî xwe disipêrin dîtinên cuda" û kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê anî ziman.     Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got: "Me hevdîtinek hêja kir. Hevdîtina me nêzî 2 saetan dewam kir, bi Birêz Davûtoglû û heyeta pê re. Em li ser rewşa Tirkiyeyê ay heyî û bendewariyên civaka Tirkiyeyê ya ji me axivîn."    Bûldan, ragihand ku pêdiviya Tirkiyeyê bi hilbijartinek pêşwext heye û got: "Me vê daxwaza xwe ragihan Partiya Gelecekê jî. Em ê di hevdîtinên xwe yên sibê de jî mijarên giştî bînin ziman. Em dibêjin, 'tavilê hilbijartina pêşwext.' Ji bo Tirkiye ji vê rewşa heyî xelas bibe. Lê heya dîroka hilbijartina pêşwext, pêdiviya me bi dewreke derbaasbûyînê heye, ji lew re îro ro li Tirkiyeyê pêvajoyeke ji demokrasî, edalet û hiqûqê xalî heye. Mexdûrên vê jî gelên Tirkiyeyê ne."    Bûldan, destnîşan kir ku lewma ji bo xelasiya ji vê rewşê berpirsiyariyek me heye û got: "Em ji bo vê berpirsiyariyê li vira ne."