Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan 2021-12-28 09:02:49 STENBOL - Ji bo endamên DÎAY-DER'ê yên ku ji ber ku xutbe bi kurdî kiribûn hatibûn girtin, serî li AYM'ê hat dayîn.  Di 3'yê Tîrmehê de li Stenbolê 26 endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Mirovên Dîndar (DÎAY-DER) hatibûn binçavkirin. Piştî 6 rojên binçavkirinê 9 jê hatibûn girtin û 17 jê jî hatibûn berdan. Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû bi hinceta ku xutbeya bi kurdî kirine hatibûn girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, piştî 6 mehan îdianame amade kir û berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê kir. Îdianame hê li dadgehê ye.    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo muwekîlên xwe Alî Fûat Hatîp û Enver Karabey serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.    Parêzeran hinceta "Mafê azadî û ewlehiya kes", "Mafê darizandina adil" û "azadiya dîn û wijdan" serî li AYM'ê dan ku ev mafên muwekîlên wan hatine binpêkirin.     DAXWAZ   Parêzer di berdewama serlêdana xwe de ev tişt daxwaz kirin:    “* Hatiye tespîtkirin ku mafê azadî û ewlehiyê yê kes ê di Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de hatine mîsogerkirin hatine binpêkirin,    * Ji ber ku li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye serlêdêr nikare mafê xwe yê parastinê baş biparêze û li gor Qanûna Bingehîn û PMME'yê mafê parastinê û darizandina adil hatiye binpêkirin,    * Hatiye tespîtkirin ku mafê azadiya dîn û wijdanê ya kes hatiye bipêkirin,    * Ji ber van binpêkirinan em dixwazin zirara manewî bi tezmînata manewî ji holê bê rakirin."