Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne 2021-12-28 11:01:52   AMED - Rêxistinên Tenduristiyê yên Amedê, diyar kirin ku ATK ya ku têkildarî girtiyên nexweş raporên “dikarin li girtîgehan bimînin” dide, li gor rêgezê bijîjktiya gerdûnî tevnagerin.    Mirinên ji ber tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin. Ji 12’ê Mijdarê ve 5 jê nexweş cenazeyê 6 girtiyan ji girtîgehan derket. Tevî mirinên çêdibin jî saziyên rayedar tu gavan naavêjin. Berovajiyê wê, berdana girtiyan bi hêceta raporên Saziya Tiba Edlî yên “dikarin li girtîgehê de bimînin” û nêrînên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehan tê astengkirin.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Amedê Şiyar Guldîken û Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran, astengkirina berdana girtiyên nexweş a tevî tenduristiya wan a nebaş nirxandin.   HIQÛQA DIJMINATIYÊ    Hevserokê Şaxa SES’a Amedê Şiyar Guldîken, bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên zext ên desthilatê welat vegeriyaye “girtîgeha nîv vekirî” û anî ziman ku zextên herî zêde li girtîgehan pêk tên. Gultekîn, diyar kir ku tiştên girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî jiyan rewşa li girtîgehan kurteber dike û wiha got: “Li dijî girtiyan nêzîkatiyên ku li tu devera cîhanê neyên dîtin hene. Girtiyekî 83 salî divê bê şik û guman were berdan. Divê dermankirina girtiyên nexweş ên giran jî were kirin. Ne gengaz e ku girtiyên nexweş ên giran li girtîgehê werin dermankirin. Ji ber vê yekê xwe gihandina tenduristiyê ya girtiyekî nexweş ê temen mezin hatiye astengkirin. Bi awayekî aşkera ev yek hiqûqa dijminatiyê ye.”   ‘SÛC TÊ KIRIN’   Guldîken, bal kişand ser berpirsyartiya ATK’ê ya li ser mirinên çêdibin û bi lêv kir ku ATK li gor daxwaza desthilatê tevdigere. Guldîken, bal kişand ser mirinên di hucreyên li girtîgehan de û wiha berdewam kir: “Bi awayekî aşkere îhmal heye. Jiyana xwe ji dest dana 7-8 girtiyan a di hucreyê de, weke faîl dewletê nîşan dide. Navê vê sedema mirinê ye. Ew kesên îro vê hêzê bikartînin esas sûc dikin. Wê li pêş qanûnê hesabê bidin. Divê vê bizanin. Wê ev desthilata tarî heta dawiyê berdewam neke.”   NOBETÊN EDALETÊ    Guldîken, bi lêv kir ku li dijî tiştên diqewimin, hemû beşên civakê li her qadê li edaletê digerin û wiha pê de çû: “Malbata Şenyaşar li Rihayê malbatên girtiyan li Amed û Wanê ji bo edaletê nobetan digirin. Ev çalakî girîng in. Tenê ne ji bo girtiyan ji bo ku ev taritî ronî bibe ev çalakî gelek girîng in. Divê hemû saziyên tenduristiyê û rêxistinê pîşe û kedê xwedî lê derkevin. Divê temamî civakê xwedî lê derkeve. Eger em piştgiriyê bidin wan, eger em di nava piştgiriyê de bin, em dikarin bikin ku lêgerîna edaletê veguhere hêviyê.”    BIRÎNA WELAT A NAYÊ KEWANDIN   Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran jî diyar kir ku girtîgeh “birîna welat a nayê kewandinin” û wiha got: “Ev birîn bi mirinê encam digire. Me dît ku girtiyan di hucreyê de jiyana xwe ji dest dan. Hucre, rêbaza tecrîd û îşkenceyê ye.” Tûran, dazanîn ku girtî û malbatên wan xwe gihandine wan, ji binpêkirinên mafan agahdar in û wiha berdewam kir: “Yek ji van binpêkirinan jî binpêkirina xwegihandina xizmeta tenduristiyê ye. Mafê tenduristiyê parçeyek ji mafê jiyanê ye. Me din ava 10 rojên dawî de ev yek bi zelalî dît. Binpêkirina mafên tenduristiyê dibe sedema binpêkirina mafan a li jiyanê. Heke mirov xwe nikare bigihîne tenduristiyê nexweşî dikare bigihe asteke bilindtir û bi mirinê encam bibe. Girtiyên li girtîgehan tenê ji mafên xwe yên azadiyê bêpar nehatine hiştin. Di belgeyên navneteweyî de tê gotin ku nêzîkatiya mirovane ya li hemberî girtiyan mijareke mafên mirovan e. Di vê wateyê de divê girtî ji paqijî, ava paqij, xwarina bi dil û xwegihandina tenduristiyê bêpar nemînin. Heke vedigere mûameleya xerab û îşkenceyê.”   HELWESTA ATK’Ê   Tûran, destnîşan kir ku nezîkatiya ATK’ê ku raporên “dikarin li girtîgehan bimînin” dide, ne li gor rêgezên bijîjktiya gerdûnî ye û wiha axivî: “Şaxa Zanîsta Tiba Edlî ya Kocaeliyê ji bo girtiya nexweş a giran Aysel Tûglûk rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ da. Lê ATK’ê berovajiyê vê biryar da. Di raporê de hat diyarkirin ku nîşaneyên demans ên Tûglûkê hene. Ji ber nexweşiya demansê bandorê li fonksiyonên wê yên zanînê dike, tê wê wateyê ku mirov nikare aktîvîteyên xwe yên rojane bike. Ji ber ku hiş windakirin dibe sedemê guhertina kesayet û tevliheviya mejiyê mirov. Ji ber fonksiyonên derûnî kêm bûne, dibe ku nikaribe rojane çalakiyên xwe bike. Ji bo vê yekê divê mirov piştgiriya mekanîzmeyeke xurt bigire. Divê ji malbat û derdora xwe piştgiriyê bigire. Dema em li raporên demên dawî dinerin, dikarin bêjin ATK li gor nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tevnagere.” Tûran, xwest ku girtî li nexweşxaneyên derve werin dermankirin û rêxistinên girseyî yên demokratîk berpirsyartiyê bigirin.    MA / Ergîn Çağlar