Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan 2021-12-28 13:27:55   ÎZMÎR - Parlementera CHP’ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca di rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amadekiriye de, diyar kir ku di 25 salên dawî de 2 hezar û 670 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.    Cîgira Serokê Giştî ya CHP'ê ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar û Parlamentera Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca, rapora bi sernavê “Mafê Ku Tu Lê Digerî Nikarî bigihîjê - Li Girtîgehan Xwegihandina Tenduristiyê” amade kir. Di rapora ku pêşkêşî Desteya Rêveberiya Navendî ya CHP'ê hat kirin de, bal hat kişandin ser mirinên li girtîgehan.      Karaca, diyar kir ku li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehan a giştî 233 hezar û 194’e û wiha got: “297 hezar û 19 kes di girtîgehan de dimînin. Dema kapasîte hat hesabkirin ji bo 100 cihî 127 kes dikevin. Tirkiye bi vê rêjeyê di nav welatên Konseya Ewropayê de di asta zêdebûna girtîhan de di rêza yekemîn de ye.” Karaca, di rapora xwe de dazanîn ku di 25 salên dawî de 2 hezar û 670 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.