Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike 2021-12-28 14:07:11   ÎZMÎR - Danişîna ewil a doza Onûr Gencer ê di êrîşa li hemberî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, sibê dest pê dike.    Doza derbarê Onûr Gencer ê ku di 17’ê Hezîranê de di êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Partiya Demokratîk Gelan (HDP) ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, sibê dest pê dike. Tê payîn ku wê ji her çar aliyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê gelek kes beşdarî danişîna ewil a li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya li Bayrakliyê were dîtin, bibin.    HDP wê sibê li pêş Edliyeya Bayrakliyê bi tevlîbûna Hevseroka xwe ya Giştî Pervîn Bûldanê saet di 09.30’an de daxuyaniyê bide. Pişt re jî wê Jin bi hev re Hêz in têkildarî dozê daxuyaniyê bidin.  Ji bo şopandina dozê wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Koma HDP’ê ya Meclîsê, endamên MYK’ê, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, ji bajarên Egeyê, ji Stenbol û Enqereyê tevlîbûneke girseyî pêk were. Tevî HDP'ê wê nûnerên Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û partiyên din ên siyasî û rêxistinên girseyî dê ji bo darizandinê li Îzmîrê bin.    Jin, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ji bo li pêş Edliyeya kom bibin bi rojane bang dikin. Dîsa wê gelek parazvanên mafên mirovan dozê bişopînin.    DAXWAZA BAROYAN A MUDAXILBÛNÊ   Hat diyarkirin ku wê baroyên 29 bajaran daxwaza mudaxilbûna dozê bikin. Tê payîn ku wê Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî tevlî danişînê bibe. Dîsa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û her wiha gelek rêxistinên hiqûqî û bi dehan parêzer wê tevlî dozê bibin.      Li aliyê din wê ji Parlementoya Danîmarkayê 2 parlementer jî werin Îzmîrê û pêvajoya dozê bişopînin.