Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin 2021-12-28 14:56:28   ANTALYA - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî mîtînga HDP’ê ya Antalyayê hatiye destpêkirin de 12 kes hatin binçavkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna Hevserokê xwe yê Giştî Mîthat Sancar di 24’ê Cotmehê de li Antalyayê mîtîna “Banga Demokrasiyê” li dar xistibû. Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê, têkildarî mîtîngê lêpirsîn da dest pê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiya “propagandaya rêxistinê” 12 kes hatin binçavkirin. 12 kes li Miduriyeta Polîsan a Antalyayê tên ragirtin.