HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir 2021-12-28 16:18:18 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê serdana CHP’ê kirin. Pervîn Bûldan got wan pêşniyaza xwe ya hilbijartina pêşwext pêşkêş kirine û ew li benda bersiva herî demek nêz CHP’ê ne.  Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi şandeya xwe re serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) kirin. Tevî hevserok Buldan û Sancar, Cîgirê Hevserokên HDP'ê Tuncer Bakirhan û Cîgira Seroka Komê Meral Daniş Beştaş jî amade bûn. Şandeya HDP'ê ya li Navenda Giştî ya CHP'ê li ber avahiyê ji aliyê şandeya CHP’ê ve hat pêşwazîkirin, li meqamê serokatiya giştî jî ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ve hat pêşwazîkirin.    Civîna herdu partiyan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Pişt re Herdu hevserok Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel Kemal Kiliçdaroglu civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.      KILIÇDAROGLU: EM LI SER MIJARÊN SEREKE AXIVÎN    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo serdanê spasiya hevserokan kir û destnîşan kir ku ew di civînê de mijar û pirsgirêkên sereke yên li Tirkiyê axivîne. Kiliçdaroglu got ev serdan û civîn ji bo wan gelek girîng e.    BÛLDAN: GELEK KRÎZ DIQEWIMIN    Hevserok Pervîn Bûldan jî anî ziman ku ew hatine dawiya serdanên xwe û wiha got: “Mijarên bingehîn zelal in. Hin pirsgirêk hene ku divê bi lezgînî bên çareserkirin. Me behsa wê yekê kir ku divê Tirkiye di pêvajoya veguhêz de çi bike. Em di serdemeke krîzê re derbas dibin. Gelek krîz hene, ne tenê yên aborî. Krîza aborî, siyasî, civakî, edalet û hiqûqî heye. Îro jî salvegera 10’emîn a Komkujiya Roboskî ye. Em hemû ji nêz ve temaşe dikin. Berpirsiyarên eslî yên Komkujiya Roboskî hê nehatine dîtin û darizandin. Dîsa lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar heye. Ev lêgerîn bi mehan e didome. Pêdiviya Tirkiyeyê bi têgihiştin û rêveberiyê nû heye. Û bi biryara hilbijartinên pêşwext Tirkiye dê teqez rêveberiyeke nû û feraseteke nû bibîne. Me di hevdîtinên xwe yên li gel aliyên din de jî diyar kiriye. Bi ke hevpar em ê pêşkêşî TBMM’ê bikin, me pêşniyaza xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext jî pêşkêşî Serokê birêz Kiliçdaroglu kir. Helbet dê di nav xwe de bişêwirin û di zûtirîn dem de nêrînên xwe ji me re ragihînin. Careke din spasiya Serokayetiya rêzdar û şanda pê re dikim ku me qebûl kirin û nêrînên xwe yên girîng bi me re parve kirin. Ev serdan dê di rojên pêş de jî berdewam bikin.”   SANCAR: KRÎZA BIRÊVEBIRINÊ HEYE    Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî spasiya CHP’ê kir û destnîşan kir ku Tirkiye di krîzek piralî de derbas dibe û ew dikarin çareserkirina van krîzan di şêwiran û diyalogan de peyda bikin. Sancar anî ziman ku li Tirkiyê krîza rêvebirinê heye û divê ew vê kêşeyê çareser bikin û di heman demê de pergalek nû bînin Tirkiyê. Sancar destnîşan kir ku di bin daxwaza wan a hilbijartina pêşwêxt de krîza rêvebirinê heye û divê ew bi rêya diyalog, muzakere û şêwiran aştiya civakî ava bikin û viya nîşanî civakê bidin. Sancar destnîşan kir ku peyama herî girîng û mizgîniya herî xweş ku ew bidin civakê ew e ku aştiya civakî ava bikin. Sancar anî ziman ku divê ew ji bo krîzan rêyên çareseriyê yên hevpar bibînin, xwedî heman îradeya hevpar in û divê muxalefet bi hişmendiya çareseriyê hevdîtin û muzakerayan bidomîne.    Piştî civînê şandeya HDP’ê ji Navenda Giştî ya CHP’ê veqetiya.