Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê 2021-12-28 16:22:07 STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diçe Stenbolê û wê serdana avahiya partiya xwe ya Bahçelîevlerê bike.  Êrişkarek bi demance û kêrê êrişî avahî û xebatkarên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê kir. Di êrişê du xebatkar ango endamên partiyê bi sivikayî birîndar bûn. Kêliya ku êriş pêk Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li Navenda Giştî ya CHP’ê li gel Kemal Kiliçdaroglu civîn li dar dixistin.    Li ser agahî stendinê Hevserokê Giştî Mîthat Sancar bi lez ji Enqereyê berê xwe da Stenbolê. Sancar wê serdana avahiya partiya xwe ya Bahçelîevlerê bike. Tê payîn li avahiya HDP’a Bahçelîevlerê saet li derdora 19.30’an daxuyanî bide.    Êrişkarek navê wî nehat zanîn bi demance û kêrê bi ser avahiya HDP’ê de girtibû, êrişî pêk anî û endamên partiyê Azîz Şîmşek (Apê Ezîz) û Ramazan Dişari bi sivikayî birîndar bûbûn.