Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin 2021-12-28 19:19:26   ENQERE - Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Zeynep Karaman ku di Doza Kobanê de tê darizandin hat girtin.    Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Zeynep Karaman ku di Doza Kobanê de tê darizandin û derbarê wê de biryara zevtkirinê hatibû dayîn, li navçeya Ûzûnkopru ya Edîrneyê hat binçavkirin. Karaman ku dema Doza Kobanê dewam dikir li Edliyeya Edîrneyê hat sekinandin, bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Meqama îdiayê xwest Karaman bê girtin.    Serokê dadgehê beyanên şahidê nepen Ûlaş ragihand Karamanê û biryara girtinê da.