Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine! 2021-12-29 09:18:27 ÊLIH - Şukru Dalgiç, ragihand ku ji ber krîza aborî hejmara nanê tenûrê kêm kirine û got: "Ji ber zemên tên kirin tu tahm nemaye." Li Taxa Kulturê ya Êlihê dikana tenûrê ya ku 4 sal berê hatibû çêkirin û tê de 6 tenûr hebûn, ji ber krîza aborî 2 tenûr hatin betalkirin. Li vê dikana ku berê rojê nêzî hezar û 35 nan dihatin çêkirin, niha ji ber bihabûna fiyetên rûn, hêk, arvan û êzingan rojê li dor 300 heb nan tên çêkirin. Fiyetê nan berê 2 TL bû, lê ji ber krîzê bûye 4 TL û ji ber vê jî gelek caran nanên tên çêkirin piranî jê nayên firotin.    6 KES BETAL MAN   Xwediyê dikanê Şukru Dalgiç, anî ziman ku roja dest bi kar kirin kîsê arvan bi 60 TL'yî bûye, lê niha bûye 400 TL. Dalgiç, diyar kir ku ji neçarî ji 6 karkerên xwe 3 ji kar derxistine û got: "Gava me nû dest bi kar kir, her tişt xweş bû. Lê ev çend sal in zem li ser zemê tê kirin û êdî gel nikare nên bikire. Ji ber zêdebûna mesrefan, me jî ji mecbûrî fiyet biha kir. Em nanê xwe bi qezenceke pri hindik difiroşin. Lê kes nakire."    BIHABÛN   Dalgiç, ji ber bihabûna fiyetê berên di nan de bi kar tînin gilî û gazincên xwe anîn ziman: "100 kîs arvanê ku min bi 12 hezar TL'yan distend, niha bi 40 hezarî distînim. Me hezar qolî hêq bi hezar lîreyî dikirî, lê niha bûye 3 hezar. Qoliyek havên bi 80 TL'yî bû, lê niha bûye 150 TL. Ji ber bihabûnê em nikarin rûn bikirin. Par tenekeya rûn bi 190 TL'yî bû, lê niha bûye 400-500 TL. Ev zemên ez behsa wan dikim ên salekê ne. Dolar û euro kêm bûn, lê tu bandor li fiyetan ekirin. Zem li ser zemê tê kirin. Her wiha ji xeynî vana heqê hêk, kuncî, havên, xwê û êzingan jî heye."    TU TAHM NEMAYE   Dalgiç, destnîşan kir ku ji ber zemên tên kirin êdî tu tahma nan nemaye û got: "Êdî mirov nikarin tiştekî bikirin. Bi pereyê ku berê 5 nan pê dihat kirîn, niha 2 nan tên kirîn. Milet êdî nikare nanê tahma sifreyan e bikire. Tahma nanê tenûrê hew dibe. Lê ji ber zemên tên kirin tahma wî jî nemaye. Ne tahm bi gel re ne jî bi me re mayye. Berê em dişand gelek bajaran. Niha ew jî nastînin. Ger wisa biçe ez ê dikanê bigirim."    MA / Fethî Balaman