Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike 2021-12-29 09:18:32 AMED - Parêzer Serdar Çelebî, ragihand ku bi hinceta dikare biçe bi telefonê re biaxive rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî û got: "Qet nebe divê wextê xwe yê dawî li cem malbata xwe derbas bike. Ev meseleyeke mirovî û wijdanî ye."  Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku bi îdiaya ku "tiliya wî di kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin" de heye di 1996'yan de hatibû girtin, her diçe xirabtir dibe. Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye, 5 caran anjiyo bûye. Her wiha nexweşînên wekî dil, gûatra bijehr, qelsbûna hestiyan, dîtin û bihîstinê jî bi Ozkan re hene. Tevî ev qas nexweşînan jî Ozkan ê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de nayê berdan.    Ozkan, di meha Mijdarê de careke din sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. Piştî Ozkan ji ATK'ê şandibûn girtîgehê, di 6'ê Kanûnê de bi Covîd-19'ê ketibû. Ozkan ku ji ber vê demekê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tedawî bûbû, piştî tedawiyê di 12'ê Kanûnê de cardin ew şandibûn girtîgehê.    Her wiha danişîna Ozkan ku piştî cezayê muebeda giran ê lê hatibû birîn hatibû xerakirin ji nû ve destpê kiribû, di 21'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Edeneyê hatibû lidarxistin. Lê ji ber ku careke din testa Covîd-19'ê ya Ozkan pozîtîf derketibû, tevli danişînê nebûbû. Heyeta dadgehê jî bi hinceta ku Doza Licê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îzmîrê hê bi dawî nebûye, biryara berdewamiya girtine Ozkan dabû.    Ozkanê ku hêviya wî ya ji bo berdan ma danişîneke din, rapora wî ya ATK'ê jî temam bû. Hat hînbûn ku ATK'ê careke din rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozkan.    Ji parêzerên Ozkan Parêzer Serdar Çelebî, doza ji nû ve dest pê kir, tenduristiya muwekîlê xwe û rapora ATK'ê ya derbarê muwekîlê xwe de nirxand.    'ME ŞAŞÎ KIR'   Parêzer Çelebî, destnîşan kir ku darizandina derbarê muwekîlê wî de ya li Edeneyê ji nû ve dest pê kir, girêdayî Doza Licê ya li Îzmîrê ye û di doza li Îzmîrê de bi delîlan hatiye tespîtkirin ku çalakiyên şewitandinê ji aliyê Ozkan ve nehatine kirin. ÇElebî got: "Mijara doza li Îzmîrê, îdiaya ku Licê ji aliyê 2 eskeran ve hatiye şewitandin e. Di wê dosyeyê de bi îdianameya Serdozgeriya Komarê bi daneyên pir têkûz hatiye tespîtkirin ku ew bûyer ji aliyê Ozkan ve nehatiye kirin. Madem wisa ye nexwe tu pêwendiya dosyeya Îzmîrê bi vê dosyeyê re nemaye."    Çelebî, anî ziman ku çendî tim heman daxwazan bilêv dikin jî lê dadgehê têkildarî esasê biryarê nade. Çelebî, destnîşan kir ku ew vê yekê wekî dadgeh naxwaze têgihaneke wekî "me şaşî kir" rû bide şîrove dikin.    'EM NIKARIN PÊWENDIYÊ DEYNIN'   Çelebî, anî ziman ku ATK ji bo nexweşîna muwekîlê wî tu îtirazê nake, lê belê dîsa jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye. Çelebî, bal kişand ser rapora dawî ya ATK'ê û got: "Di serlêdana dawî de Ozkan nedixwest biçe. Ji lew re yeqîn nake ku ew biryarên xwe li gor pîvanên tibê didin. Her wiha ji ber tahde û eziyeta di rê de jî nedixwest biçe. Em di ser kurê wî re pêwendiyê pê re datînin. Şensekî me yê ku em pêwendiyê pê re deynin tune ye."    Çelebî, bilêv kir ku muwekîlê wî Ozkan hatiye redayeke wisa ku êdî nikare bi tena serê xwe tiştekî jî bike û got: "Bêyî alîkariya kesên li cem xwe nikare jiyane xwe bidomîne. Haya girtîgehê jî ji vê heye. Û dewlet jî pê dizane. Lewma di hewldana dawî de em bihêvî bûn. Lê ATK rabû dûsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da."    HINCETA 'DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Çelebî, bal kişand ser çavdêrî û tespîtên bijîşkê girtîgehê yên di rapora ATK'ê de û got: "Hin tespîtên bijîşkê girtîgehê hene di rapora ATK'ê de. Li gor wan tespîtan, pirî caran Ozkan nizane li ku derê ye, nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne, nikare pêwendiyê deyne. Ji bo Ozkan hatiye gotin, roj heye dibêje 'ez diçim malê' û dîqîre."    Çelebî, destnîşan kir ku rewş bi vî awayî ye, lê raporên ATK'ê yên tên çêkirin dûrî zanista tibê ne û got: "Di rapora dawî de nexweşînên wî yeko yeko hatine rêzkirin. Bal kişandine ser raporên herî dawî. Lê di dawiyê de hatiye gotin, dikare bi telefonê bi malbata xwe re biaxive û ji ber vê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane."    LÊBORÎN Û TAZMÎNAT DÊ TELAFÎ NEKIN   Çelebî, da zanîn ku nêzî 3 sal in nikare hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbike û got: "Ozkan nikare di girtîgehê de bimîne. Êdî ew bi xwe jî nizane çima di girtîgehê de ye. Mirovekî ku nizanibe çima di girtîgehê de ye, tu wateya cezakirina wî tune ye. Ozkan, ji ber sûcekî ku nekiriye girtiye. Ji bo vê divê hesasiyetek hebe. Jixwe dozgerekî bi awayekî xisûsî hatiye erkdarkirin dibêje, ev bûyer ji aliyê Ozkan ve nehatiye kirin. Tu rabî mirovekî bê sûc 26 salan di girtîgehê de bihêlî, tu çi bidî wî jî dê ne beramberiya wan salan be. Lêborînek ji rêzê, tazmînatek ji rêzê ji bo dosyeya Ozkan tiştine nayên qebûlkirin. Em dixwazin mafê mirineke aram, mafê xwatirxwestinê bibîra rayedaran bixin. Qet nebe bila rojên xwe yên dawî li cem hevjîna xwe û zarokên xwe derbas bike. Ev tenê ne meseleyeke hiqûqî, meseleyeke wijdanî ye jî."    MA / Ceylan Şahînlî