Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket 2021-12-29 11:13:50   AMED - Cara sêyemîn testa koronayê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê li Girtîgeha Amedê pozîtîf derket.    Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî girtiyek nexweş û rewşa wî giran û li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê tê ragirtin. Piştî wî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê paş de anîn girtîgehê di 6’ê kanûnê de li gel lawê wî Ahmet Ozkan testa wan vîrûsa koronayê (Kovîd-19) pozîtîf derketibû. Rewşa Ozkan giran bûbû û wî di 8’ê kanûnê de rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê. Bêyî ku testa Ozkan vegere negatîfiyê wî di 12’ê kanûnê de paş de birin girtîgehê. Di 20’ê kanûnê de testa koronayê ya Ozkan hat kirin û dîsa pozîtîf derketibû.    Nevzat Ozkan bi riya telefonê bi bavê xwe re axivî. Nevzat Ozkan ragihand ku ew duh bi bavê xwe re axivî ye û testa wî ya koronayê dîsa pozîtîf derketiye. Ozkan anî ziman ku 24 roj in bavê li dijî koronayê têdikoşe û ew ji rewşa wî bi fikar in.