Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne 2021-12-29 13:16:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hacî Kaçan bertek nîşanî hewldana hikumeta Iraqê ya têlkirina derdora wargehê da û wiha got: “Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq jî hewl dide telan bikişîne.” Hewl tê dayîn ku derdora Wargeha Mexmûr a di bin ambargoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), gefa DAIŞ’ê û êrişên Balafirên Biçek û Bêmirov ên Tirkiyeyê de ye bi têlan were dorpêçkirin. Bi hezaran kes li dijî hewldayîna têlkirina derdora wargehê ya hêzên Iraqê ya di 27’ê Mijdarê de daketin qadan û bertek nîşanî têlkirinê dan. Welatiyên ku li wargehê dijîn, kon vedan û xwestin hêzên Iraqê paş ve biçin.    Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hacî Kaçan bertek nîşanî hewldana hikumeta Iraqê ya têlkirina derdora wargehê da û wiha got: “Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq jî hewl dide telan bikişîne. Beriya niha jî ambargo li ser wargehê hebû lê cara ewil e dixwazin derdora wê têl bikin. Bi salan e ne Neteweyên Yekbûyî ku em di bin parastina wê de ne, ne jî rejîma Baasê hewl nedan wargeha me bikin girtîgeheke vekirî.”     ‘EM WEKE XELETIYEKE MEZIN DIBÎNIN’   Kaçan, bi lêv kir ku hewldana têlkirina derdora Wargeha Mexmûrê ya Hikumeta Iraqê hin guman di wan de dane avakirin û wiha berdewam kir: “Em ne li dijî qanûn û serdestiya hikumeta Iraqê ne. Ji roja em bûne penaber heta niha bi cîranên me yên ereb, tirkmen, suryan û kurdên başûrî tu buyerên xerab çênebûne. Em jiyana xwe bûn modelek. Me ji NY yê û Iraqa ku em ser axa wê ne re tu pirsgirêk dernexistin. Em daxwaza têlkirina derdora wargehê xwe, ji aliyê hikumeta Iraqê ve weke xeletiyeke mezin dibînin. Tevî ku li dijî hikumeta Iraqê tu kêmasiyên me nînin jî çima dikeve nava hewldaneke wisa?”   TIRKIYE ZEXTÊ LI IRAQÊ DIKE   Kaçan, bi bîr xist ku Wargeha Mexmûrê 2 sal in di bin ambargoya PDK’ê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK jî vê yekê li ser daxwaza PDK’ê dike. Ya ku bi SÎHA’yan û balafirên şer êrişê me dike Tirkiye ye. Yekane sedemê êrişê welatiyên li Mexmûrê dijî ji xwe re weke gef dibînin. Gelê me wê ji bo jiyaneke azad û birûmet li dijî pergala Tirkiyeyê têbikoşe. Tirkiye zextê li hikumeta Iraqê dike. Ji bo ku Iraq qempa me dorpêç bike zextan lê dike. PDK, li ser daxwaza Tirkiyeyê ambargoyê datîne ser wargeha me. Em ji bo hemû rêveberiya Iraqê nabêjin. Ji alîyekî ve serokê berê yê Enîya Turkmen Erşad Salihî Kampa Mexmûrê dike hedef û beşeke ku di nava hukûmeta Iraqê de cih digire jî xizmeta Tirkiyeyê dike. Divê Iraq li ser daxwazên Tirkiyeyê tevnegere.”   ‘EM Ê MAFÊ XWE BIGERIN’   Kaçan, dazanîn ku di hevdîtinên beriya niha bi rayedarên hikumeta Iraqê re kirin de gotine wê qanûnên Iraqê nas bikin û ji wan re ragihandine ku divê hikumeta Iraqê jî rêzê ji jiyana wan re bigire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rayedarên Iraqî soz dan me. Ev geşedanên dawî hem li dijî peyman hem jî li dijî qanûnên Iraqê ne. Em weke welatiyên ku li wargehê dijîn, em alîgirê aştiyê ne. Jiyana azad pêşengtiya me ye. Heke hikumeta Iraqê vê daxwaza me ya jiyana azad tune bihesibîne û di dorpêçkirina bi têlan a wargeha me de israr bike wê gelê me vê qebûl neke. Divê Iraq vê peyama zelal bigire. Em di demekî nêzîk de li Bexdayê bi rayedaran re werin gel hev. Em hêvî dikin ku ji vê hevdîtinê encameke erênî derkeve. Heta ku jiyana me di rîskê de be, em ê bi rêyên demokratîk li mafên xwe bigerin.   MA / Omer Akin