Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin 2021-12-29 14:24:03   ÎZMÎR - Serokê Federasyona Elewî ya Brîtanyayê yê berê Îsrafîl Erbîl ê li Îzmîrê hat binçavkirin û heqareta li dozger hate sûcdarkirin wiha got: “Karê sereke yê dewletê pêkanîna edaletê ye.”   Serokê Federasyona Elewî ya Brîtanyayê (BAF) yê berê Îsrafîl Erbîl, duh bi şev li Îzmîrê di otela lê dima de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Erbîl ji ber axaftina xwe ya îsal di bîranîna Komkujiya Mereşê de kiriye, hatiye binçavkirin. Erbîl, ê hat binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Qereqola Sarniç a Gazîemîr. Erbîl li vir bêyî îfadeya wî bigirin hat berdan. Erbîl, ku di dema axaftinên xwe yên ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Mereşê de bi heqareta li dozgerê doz lê vekirî tê sûcdarkirin, li Edliyeya Bayrakliyê îfade da dozgeriyê.    Erbîl ê piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan û şandeya BAF’ê ya pê re, ji bo vegerin Îngîlîstanê çûn balafirgehê.    Erbîl, têkildarî lêpirsînê de wiha got: “Min derbarê axaftinên xwe yên têkildarî qedexekirina bîranînê de îfade da. Karê sereke yê dewletê pêkanîna edaletê ye. Qesta min a li wir ne kesayetî ye. Ya ku divê dozgerî li wir bike, pêkanîna edaletê ye. Ji ber rayeya darazê kir amûrê siyasetê min ev gotin gotin. Qesta min heqaret li wezîfedarê cemaweriyê yê lêpirsînê dimeşîne nebû.”