Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel 2021-12-29 14:55:48 ÎZMÎR - Di kêliya ku cendirmeyan kujer Onur Gencer ji eywana danişînê dibir daşirê, li beşdar û malbata Poyraz nihêrî û keniya. Beşdaran jî bertek nîşan da û gotin, “Kujer dê hesab bidin gel.”  Danişîna ewil a doza derbarê kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de hatiye vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê tê lidarxistin. Bi sedan hevserok, hevberdevk, serok, nûnerên rêxistinên siyasî û saziyên sivîl ji bo piştevaniyê hatin Edliyeyê û xwestin hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin. Ji ber ku eywana danişînê ne amadebû danişînê dereng dest pê kir û bi sedan parêzer û kes hatin sekinandin. Dem bi dem di navbera polîs û parêzerên dixwestin bikevin hundir de nîqaş û xirecir qewimî.   Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme û Abdulîlah Poyraz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê û bi sedan nûnerên saziyan dişopînin.    Ji ber eywana danişînê biçûk bû danişînê veguhezandin eywana 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran. Dîsa ji ber cih nebû gelek kes û parêzeran negirtin eywanê. HDP û pêkhateyên xwe, saziyên jinan û gelek baroyan cuda cuda daxwaz kirin ku mudaxilî danişînê bibin.    KUJER GENCER ANÎN EYWANÊ    Danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir, kujer Onur Gencer li eywanê hat amadekirin. Derbarê kujer Gencer de ji sûcên “kuştina qestî ya bi sêwirandinê”, “binpêkirina destnedayîna kargehê” û “zirar daye mal û milkê partiya siyasî” doz hatiye vekirin û derbarê kujer de cezayê girankirî yê heta hetayê û 7 sal cezayê hepsê tê darizandin.    POLÎSEK XWEST VÎDEOYA EYWANÊ BIGIRE    Di kêliya tespîta nasnameyê dihat kirin de polîsek li eywanê kesên amade bûn digirt vîdeoyê û ev yek bû sedema nerazîbûna parêzeran. Li ser berteka parêzeran ew vîdeoya hatibû girtin, jê bir.    XIRECIR DERKET    Hêj tespîta nasnameyê didomiya, leşkeran kujer Gencer bir daşirê. Kujer ji muştekiyên li qisma pêş rûniştibûn re keniya û ev bû sedema nerazîbûnê. Beşdaran bertek nîşan da û got, “Çima tu ewqas rehetî qatil.”  Li ser vê yekê xirecir qewimî. Beşdarên li eywanê hemûyan bi dengî dirûşma, “Kujer dê hesab bidin gel” berz kirin.    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku kujer pir nêzî malbatê hatiye rûniştandin û dema radibe diçe derve bila di ber malbatê de derbas nebe û bertek nîşan da. Li ser berteka beşdaran tiştên qewimîn dadgehê li girtekê nivîsand û serokê dadgehê diyar kir ku dema bersûc biçe û were wê di deriyek din de bibin û bînin.    Danişîn berdewam dike.