Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin 2021-12-29 16:41:24 MÊRSÎN - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin daxuyanî dan bi gotina “Êdî Bes e” xwestin girtiyên nexweş bên berdan.   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwestin li Parka Zarokan daxuyaniyê bidin lê hat astengkirin, li ser vê yekê dayik û endamên TJA’yê li ser Cadeya Îstîklalê hatin gel hev û daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku wêneyên girtiyên jiyana xwe ji dest dan hat hilgirtin de pankarta “Em ê tecridê bişkînin û jiyanê azad bikin” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Girtîyen sîyasî rumeta me ne” berz kirin.    ‘ÊDÎ BES E’   Endamê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Eren, xwest ku demildest girtiyên nexweş werin dermankirin û wiha got: “Bila tecrîda li ser Ocalan û girtiyan were rakirin. Di demên dawî de cenazeyê 7 hevalên me ji girtîgehê derketin. Êdî bes e.”   ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’   Eren, dazanîn ku dayik tecrîdê qebûl nakin û wiha berdewam kir: “Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.” Eren, bang li Barzanî û PDK’ê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila daxwaza dayikên cenazeyên xwe dixwazin bi cih were. Êdî bes e. Ez li ser navê dayikên aştiyê bang dikim, em li dijî şer in.”   Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê tevî hemû astengiyan jî bi berzkirina diruşmeyan meşiyan. Girseya heta Rêxistina HDP’a Bajêr meşiya bi tilîliyan, diruşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” , “Jin jiyan azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin.