ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê 2021-12-30 09:00:04 * Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 9 meh in tu xeber jê nayên girtin, li HSK'ê giliyê dozger û dadgerên ku "peywira xwe xirab dikin" kir.  * Girtî Davût Başkan ku piştî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi nameyekê ragihandin sewqî girtîgeheke din hat kirin, ragihand ku bi mirinê gef lê tên xwarin.    *  Ji salên 1990'î ve 62 gund bi hinceta "ewlehiyê" ji gel re qedexe ne û welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe re jî ev tişt tê gotin: " Heke tu bibî cerdevan tu serbestî, dikarî biçî gundê xwe. lê heke nebî cerdevan tu nikarî biçî."   * Endamê Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Alî Edebalî, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan û çewisandin zêde bûne û dê li dijî van binpêkirinên mafan hin rêzeçalakiyan li dar bixin.    * Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Jiyan Ormanli, diyar kir ku divê ji dêvla ATK û Desteyên Çavdêriyê yên li ber berdana girtiyan asteng in, desteyên serbixwe bên avakirin.    * Besê Boçnak, hevjîna girtiyê nexweş Alî Boçnakê ku di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de jiyana xwe ji dest da, xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Bila wekî Alî, cenazeyên wan jî ji girtîgehê dernekevin."    * Rojnamevanê îsraîlî Jonathan Spyer, ji bo zelalkirina meseleya çekên kîmyewî yên li Metîna, Avaşîn û Zapê hatine bikaranîn bang dike. Destnîşan dike ku meqamên fermî vê meseleyê bincil dikin.    * Endamê DÎB'ê Hakan Dîlmeç, diyar kir ku îqtidar di meseleya kurdî de polîtîkayên şer ferz dike û bi van polîtîkayan xwe li ser pêyan dihêle. Dîlmeç, destnîşan kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku li tevahiya girtîgehan û civakê belav bûye pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, di roja 297’emîn de berdewam dike.    * Kongreya MEBYA-DER’a Wanê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir pêk were. (11.00) ZINDΠ   * Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye wê ji Postexaneya Sirkeciyê telgrafê ji Wezareta Dadê re bişîne. (11.00)    * Baroya Amedê wê rapora xwe ya salekê ya li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li oteleke li bajêr aşkere bike. (13.00) ZINDΠ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li Baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin didomin. (13.00-17.00)   * Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re wê bi diruşmeya “Em nahêlin girtîgeh bibin malên mirinê” li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bide. (18.00)