Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin 2021-12-30 09:12:57 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 9 meh in tu xeber jê nayên girtin, li HSK'ê giliyê dozger û dadgerên ku "peywira xwe xirab dikin" kir.  Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayên girtin. Hemû serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê bê bersiv tên hiştin.    Parêzeran ji ber ku serlêdanên wan nayên bersivandin, di 22'yê Mijdarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan ku "dmeildest hevdîtin" pêk bê. Lê dadgeriyê wekî hincet diyar kir ku derbarê Ocalan de ji 12'ê Cotmehê ve 6 meh qedexya hhevdîtinê û ji 18'ê Tebaxê ve jî 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re heye û serlêdana parêzeran red kir. Têkildarî biryarên wekî hinceta qedexeyê hatine nîşandan, tu agahî bi parêzeran re nehat parvekirin.    GILIYÊ WAN KIRIN   Ji ber vê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku muwekîltiya Ocalan dike, di 24'ê Kanûnê de li Desteya Dozger û Dadgeran (HSK) giliyê dozger û parêzerên ku "peywira xwe xirab dikin" kir. Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kirin ku derbarê van dozger û dadgeran de lêpirsîna îdarî bê destpêkirin.    MA / Ferhat Çelîk