Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin 2021-12-30 09:12:58 AMED - Girtî Davût Başkan ku piştî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi nameyekê ragihandin sewqî girtîgeheke din hat kirin, ragihand ku bi kuştinê gef lê tên xwarin.  Davût Başkan ê ku di Girtîgeha Bunyan a Kayserî ya Jimare 1'ê de bû û têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nameyek ji Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re şandibû, piştî nameyê sewqî Girtîgeha Bolvadîn a Tîpa T'yê hat kirin. Bavê wî Şehmûz Başkan, ragihand ku piştî ku Gergerlîoglû di 24'ê Kanûnê de mijar daxilî nav rojeva meclîsê kiriye kurê wî hatiye sewqkirin. Başkan, anî ziman ku li Girtîgeha Bolvadînê jî binpêkirinên mafan didomin û ji ber vê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê daye. Başkan, destnîşan kir ku bi kuştinê gef li kurên wî tên xwarin.    BI MIRINÊ GEF LÊ XWARIN   Başkan, behsa hevdîtina bi telefonê ya dawî ya bi kurê xwe re kir û got: "Got, bi kuştinê gefê lê dixwin." Başkan got: "Ger tiştek bê serê kurê min berpirs Wezareta Dadê û midûriyeta girtîgehê ne. Mafê pirtûkxwendin, sohbetkirinê, kursan hwd. ên girtiyan hene. Kurê min xwest rasya giştî bi gefên lê tên wxarin zanibe. Dewlet mecbûr e kurê min biparêze. Girtiyên cezayên wan hene dê cezayê xwe bikişînin, lê em gefên tên xwarin qebûl nakin."    Bav Başkan, ragihand ku di dema sewqkirinê de gardiyanan ji kurê wî re gotine "hûn terorîst in." Bav Başkan xwest ev pêkanînên dijmirovî bi dawî bibin û got, kurê wî 13 sal in girtiye, lê tim wî sewqî girtîgehê li dûra dikin.   Başkan got: "Ger edalet hebûna dê kurê min di Girtîgeha Amedê de bûna. Par gava ji bo hevdîtinê çûm Girtîgeha Kayseriyê, min û hevjîna xwe qeza kir, em bi giranî birîndar bûn. Derfetên me jî tune ne. Hevjîna min nêzî 6 sal in ji ber rewşa aborî nikare kurê xwe bibîne. Bi zanebûnê girtiyan dişînin girtîgehên dûrî malbatên wan. Sedem jî ew e ku malbat zarokên xwe nebînin."