Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin 2021-12-30 09:53:59   STENBOL - Endamê DÎB'ê Hakan Dîlmeç, diyar kir ku îqtidar di meseleya kurdî de polîtîkayên şer ferz dike û bi van polîtîkayan xwe li ser pêyan dihêle. Dîlmeç, destnîşan kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku li tevahiya girtîgehan û civakê belav bûye pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye.    Tecrîda li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe kûrtir dibe. 9 meh in tu xeber ji Ocalan nayên girtin û serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî an nayên bersivandin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin.   Ji Koordînasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Hakan Dîlmeç, polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nirxand.    POLÎTÎKAYA TESLÎMGIRTINÊ   Dîlmeç, destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîda li ser tecrîdê heye û got: "Tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên wekî tîpa F'yê derket holê. Bi taybetî polîtîkayeke li hemberî girtiyên siyasî ye. Ev polîtîkaya tepisandinê dixwaze girtiyan teslîm bigire. Li girtîgehan nexasim tevahiya hêzên muxalefeta civakî tên tecrîdkirin. Rewşa li Îmraliyê jî halê qatqatî yê vê tecrîdê ye."    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Dîlmeç, destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê tenê bi girtîgehan ne sînordarkirî ne û got: "Niha tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Polîtîkaya tecrîdê û teslîmgirtinê ya li girtîgehan, li tevahiya civakê tê belavkirin. Ev tam bi ser neket, ji lew re girtiyên siyasî li ber xwe dan û hê jî li ber xwe didin. Her wiha tevî parastina nasnameya xwe, hilberîninên xwe yên ji bo derve jî didomînin. Lewma ne pêkan e ku mirov bibêje tecrîd encam gritiye. Niha li hundir mafên mirovan bi tundî tên binpêkirin. Hiqûqeke dijminatiyê tê ferzkirin. Ji ber van pêkanînên çewsîner jî gelek girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiyên nexweş jî nayên berdan. Ev hemû têkildarî tecrîdê ne."    WELAT VEGUHERÎ GIRTÎGEHÊ   Dîlmeç, li ser çewisandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî sekinî û destnîşan kir ku îqtidar di çarçoveya neberdana girtiyên nexweş de polîtîkayeke cezakirinê pêk tîne. Dîlmeç, destnîşan kir ku girtî bi cezayine bêhiqûqî re rû bi rû ne û got: "Jixwe mirov tên hepskirin, lê bi ser de jî tên tecrîdkirin. Tevahiya welêt veguheriye girtîgehê. Êdî bûye cihê nîqaşê; gelo ên li hundir azad din an ên li derve. Li hemberî vê rejîma çewisîner jî hem li derve hem jî li hundir berxwedan didome. Em DÎB jî li dijî vê polîtîkaya tecrîdê ne. Ev polîtîka li qada navneteweyî tê teşhîrkirin, binpêkirinên mafan tên tespîtkirin, lê dîsa jî pêkanînên çewisandinê naguherin. Tekane sedema vê yekê tecrîd e."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Dîlmeç, li ser binpêkirinên mafan ên li welêt jî sekinî û got: "Tiştên Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din bi wan re rû bi rû dimînin, nîşan didin ku hiqûqeke dijminatiyê tê pêkanîn. Kengî qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê tê betalkirin û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêdibin, li vî welatî ji bo çareserkirina meseleya kurdî pêşniyar tên kirin. A rast gava dilê wan û çareserkirina vê meseleyê hebe, hevdîtin zûzûka tên kirin û derî vedibin. Piştî dauxyaniyên Ocalan tevahiya gelê kurd û hêza wê ya rêxistinkirî li gor pêşniyarên ji wir tên gavina davêjin ji bo çareserkirina meseleya kurdî. Nexwe em dikarin bibêjin ku tecrîd encama neçareserkirina meseleya kurdî û polîtîkaya şer e. Ji ber ku tecrîd têkildarî meseleya kurdî ye. Nexwe çareserkirina wê jî bi têkoşîneke hevpar pêkan e."    Dîlmeç, bilêv kir ku dewlet û îqtidar li dor polîtîkayên tecrîdê dibin xelek û bi vî awayî meseleya kurdî kûrtir dikin û got: "Îqtidar bi operasyonên hundir û derve re, îqtidara xwe didomîne. Lewma têkoşîna li dijî van polîtîkayên şer dê polîtîkaya tecrîdê bişikîne."    Dîlmeç, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî û meseleyên welêt û tecrîdê divê hêzên demokrasiyê hîn bêtir bitêkoşin.    MA / Esra Solîn Dal