Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in 2021-12-30 11:36:33   ŞIRNEX - Ji salên 1990'î ve 62 gund bi hinceta "ewlehiyê" ji gel re qedexe ne û welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe re jî ev tişt tê gotin: " Heke tu bibî cerdevan tu serbestî, dikarî biçî gundê xwe. lê heke nebî cerdevan tu nikarî biçî."   Li Tirkiyeyê, ji ber ku cerdevanî qebûl nekirin di salên 1990'î de gelek gund hatin valakirin û şewitandin. Armanca vê polîtîkaya valakirinê bêmirovkirina herêmê bû. Li van gundên ku hatine valakirin hê jî şopên zilma dewletê hene û gundî nikarin bi serbestî biçine gundên xwe. Şirnex jî yek bajarên herêmê ye ku gelek gundên wê ji mirovan hatine xalîkirin. Li herêma Cudî 14 gund, Gabarê 26 gund û Besta 22 gund bi giştî ketin û derketina 62 gundan li Şirnexê qedexe ye. Gundiyên ku dixwazin biçin gundên xwe tên astengkirin û belgeya destûrê li wan tê ferzkirin. Cerdevanî li gundiyan ku ji bo çûna gundên xwe serî li walîtî û qaymeqamtiyan didin tê ferzkirin.    GUNDÊ QEXEXEKIRÎ   Li Cudî gundên ku qedexe ne navên wan wiha ne: "Nêvava, Gilundor, Gundikeremo, Şilyan, Cifanê, Gundikêspîndaro, Serêdehlê, Şilerû, Gireçolya, Xinis, Sorbitmê Şemga, Dêrgê, Başak   Li Besta gundên ku qedexe ne navên wan wiha ne: "Xirbkê Bestê, Avyan, Belûzer, Cinîwer, Behrahincê, kurtaxanê, Gundikê Mehemê Ûso, Çemkêtehlo, Ramoran, Bîşêreş, Şehriwan, Zivrît, Çemê Mezin, Genîferşik, Sinê, Talga, Berazan, Gozakur, Besta Meyremê, Genîferşkê, Giregê, Bacrit.   Li Gabarê gundên ku qedexe ne navên wan wiha ne: Şikevtiya, Kêrxwer, Guyina, Zîvinga Şikaka, Zivînga Haci Eliya, Bînat, Bunîsra, Xursê, Hêrarîş, Finîka Geliya, Deşta Lela, Meydîn, Derşewa. Bîra Mîra, Spîvîyan , Basret , Dêrajêrî, Ayrî, Qerneh, Cinit, Nihkê, Gundikê Mitirp, Serde, Firîsan, Bêsûke, Gabar.   Welatiyan ji van gundan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn bertek nîşanî ferzkirinên walîtî û qaymeqamtiyan dan û gotin ku wê tu caran ferzkirinên li xwe qebûl nekin.   'MIN ÎŞKENCE KIRIN'    Ji gundê Deşta Lela ku dikeve quntara çiyayê Gabarê Omer Duymak (73), diyar kir ku di sala 1984'an de ji gundê xwe hatine derxistin û wiha got: "Em ji wê demê ve neçûne gundê xwe. Em xwediyên erd û rezan bûn. Lê hemû ji destê me çûn. Tişta ku me li Cizîrê dikirî kîsik şekir û kîloyek çay bû. Me tişt nedikirîn. Piştî ku gundê me valakirin em ji nêçarî derbasî gundekê din bûn. Li wir jî me rehet bernedan. Top avêtin ber deriyê min. Avahiya me hilweşiya. Nehiştin ku ez mala xwe berhev bikim û ji nêçarî hatim Cizîrê. Piştre nexweşî li min peyda bûn. Tişta ku hatî serê me neyê serê tu kesî."    CERDEVANÎ FERZ KIRIN   Dûymak di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku li wan cerdevanî tê ferzkirin û axaftina xwe wiha domand: "Cerdewan diçin keda me dixwin. Ez pir beriya gundê xwe dikim. Ez pir kezeb şewitîme. Ji bo ku em biçin gund me daxwazname dan. Min bi destê xwe daxwazname da destê Walî. Walî ji min re got, 'Ez ê ji qeymeqamiyê re bişînim'. Piştre Qaymeqam ez daxwaz kirim. Ez çûm cihê wî. Qaymeqam ji min re got, 'Tu dê bibî cerdevan an na? Heke tu bibî cerdevan tu serbestî dikarî biçî gundê xwe. Heke nebî cerdevan tu nikarî biçî. Walitiyê wiha ferman daye'.  Min jê re got, 'Piştî vî emrê xwe ez nabim cerdevan' û daxwaznameyê çirand û avêt. Gelek kes bi vî rengî kirin cerdevan."   'BI HESRETIM KU GUNDÊ XWE BIBÎNIM'   Ji gundê Meydîn Fatma Guzen (70) jî ku bi klaman hesreta xwe ya li hemberî gundê xwe tîne ziman, diyar kir ku jiyana bajaran tu caran weke jiyana gundan nabe û ev tişt got: "Ez 30 sal in neçûme gund. Gundê me xweş bû. Nahêlin ku em tenê carekê jî biçin gundê xwe. Heger bihêlin em ê deqeyek jî li vir nesekin. Diçin gundên me dikevin rezên me û zeviyên me tiştên me tînin li ber çavên me difiroşin. Jiyana me xweş bû. Lê xelas kirin. Walî derewan dike, ne aramî heye û ne jî em dikarin biçin gundên xwe. Ev çend sal in nahêlin em biçin gundên xwe. Me pir ji gundên xwe hez dikir. Pezê me hebû, zeviyên me hebûn. Lê her tişt ji destê me çû û niha jî em bi hesretin ku gundên xwe bibînin. Me ji bajaran hez nedikir. Kesek tune ye ku mirov pê re sohbet bike."    'WÊ KÊ BIBE CERDEVANÊ WAN?'    Ji gundê Derşêwa Hatîce Durmuş (60), destnîşan kir ku 20 sal in nahêlin biçine gundê xwe û wiha axivî: "Piştî ku gundê me vala kirin, bi rêbaza destûr girtine dihiştin ku em biçin gundê xwe. Em dema ku diçûn gund jî helîkopter li ser serê me digeriyan. Kesê ku navê xwe nenivisîne nahêlin ku biçe gund. Heron li ser serê me ye ku heta em vedigerin. Gundê me bûye weke çol. Ne rêya gund heye û ne jî em dizanin ku avahiyên me li ku derê ne. Ji xeynî wê 10 caran bêtirê erdê me şewitandine. Ew gundê ku her fêkî û zebze lê çêdibûn niha tiştek nehiştine. Dar hişkbûn, giya nehiştin. Dibêjin aramî heye û destûr heye ku herkes biçe gundên xwe. Lê tişteke wisa tune ye. Derewan dikin destûr nadin. Salê carekî tenê destûr didin. Ew jî didin hevalên xwe û kesên nêzikî xwe. Dibêjin, 'Bibin cerdevan û herin gundên xwe ava bikin' Kesek nabe cerdevan. Wê kê bibe cerdevanê wan? Em dixwazin biçin ser gundê xwe. Lê heger ku em bi aram bikaribîn bijîn."   'ZAROKÊN MIN GUND NEDITÎNE'    Yek ji gundên ku ketina wî qedexe ye gundê Şaxê yê girêdayî navçeya Cizîrê ye. Gund kîlometreyeke dûrî navenda Cizîrê ye. Ji Şeniyên gund Xezal Îşçî (50), bi lêv kir ku zarokên wê bi hesreta dîtina gund dijîn û wiha got: "Gundê me şewitandin û  her roj bi ser me de digirtin. Ji ber van zextan em ji gundê xwe derketin. Gundê me qedexe ye û em nikarin biçinê. Em li van deran perîşan bûn. Ne kar heye ne jî em dikarin debara xwe dikin. Min 9 zarok hene tenê yek ji wan gund dîtiye. Ji ber ku qedexe ye zarokên min nedîtine. Em jî weke herkesî dixwazin biçin ser axa xwe."   MA / Zeynep Dûrgût