Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê 2021-12-30 12:20:24   NAVENDA NÛÇEYAN - NPG'ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiye di sala 2021'an de li derveyî sînorên xwe 2 hezar û 25 êrişên hewayî û 367 êrişên kîmyewî pêk anîne û di çalakiyên ku hêzên wan li dar xistine de tevahiya salê 861 leşkeran jiyana xwe jiyana xwe ji dest dane.    Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîna ve Avaşînê yên Herêma Kurdistanê ku di 23'ê nîsanê de dest pê kiribû, 9 meh in bênavber didome. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), derbarê êrişên bi çekên kîmyewî de bîlançoya şer a sala 2021'ê aşkera kir. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) têkildarî mijarê derbas kiriye, NGP'ê ragihandiye ku ji ber Tirkiye ji êrişa xwe ya li dijî Garê ya di 10'ê sibatê de encam negirtiye tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûr kiriye û di 23'ê nîsanê de dest bi êrişeke berfireh kiriye.    861 LEŞKERAN JIYANA XWE JI DEST DA   NPG'ê, diyar kiriye ku ji ber nikaribûye bi pêş ve biçe Tirkiyeyê dest bi êrişên kîmyewî kiriye û ev agahî dane: Tirkiye di sala 2021'an de li derveyî sînorên xwe 2 hezar û 25 êrişên hewayî, 426 êrişên bi obus-hewanan û 367 êrişên kîmyewî pêk anîne. Di êrişên çekên kîmyewî de 40 HPG'iyan jiyana xwe ji dest daye. Di encama êrişên Artêşa Tirk de bi giştî 298 HPG'iyan jiyana xwe ji dest daye. Li dijî êrişan hêzên me 742 çalakî li dar xistin û di encama van çalakiyan de 861 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.    'PDK'Ê BI PIŞT VE KÊR KIR'   NGP'ê bal kişand ser rola PDK'ê ya di êrişan de jî û rola wê weke "kêrkirina bi pişt ve" şîrove kir.