Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê 2021-12-30 14:05:04   ÎZMÎR - Parlementerê Danîmarkayî Lars Aslan Rasmussen ku doza Denîz Poyraz şopand, diyar kir ku di rûniştinê de bûne şahidê dîmenên kaotîk û bi birina Konseya Ewropayê wê dozê nîqaş bikin.    Danişîna ewil a doza derbarê Onûr Gencer ê di êrişa ser avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir hatibû vekirin, duh li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat vekirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, jin û parêzer ji her çar aliyê welat tevlî danişînê bûn û piştgiriya malbatê kirin. Ji Parlementoya Danîmarkayê jî parlementer Lars Aslan Rasmussen û Soren Sondergaard jî di nav kesên ku doz dişopandin de bûn.    Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Danîmarkayê Lars Aslan Rasmûssen çavdêriyên xwe yên li ser dozê ji ajansa me re vegot.    ‘DÎMENÊN KAOTÎK HEBÛN’   Rasmussen, diyar kir ku ji bo doza Poyraz bişopînin ji Parlamentoya Danîmarkayê weke du delege hatine û wiha got: “Di hundir de gelek dimenên kaotîk hebûn. Mesele bersûc b iawayekî gelek rehet tevdigeriya. Li hundir gelek polîs û cenderme hebûn. Gelek mirovên ku piştevaniya dozê dikirin jî hebûn.”   ‘PARÊZER HATIN ASTENGKIRIN’   Rasmussen, qala biryara taloqkirina danişînê ya şandeya dadgehê ya berî ku beyanên parêzeran werin girtin kir û wiha berdewam kir: “Min beriya niha jî di gelek danişînan de cih girt. Li Ewropayê bûya di saetekê de danişîn bi dawî dibe û taloqî roja din tê kirin. Ev rewşeke normal e. Lê li Ewropayê mafê parêzeran ê axaftinê heye û qasî bixwazin dikarin biaxivin, ev nikare were astengkirin.”   ‘TIŞTÊN ME DÎTIN EM Ê VEBÊJIN’   Rasmussen, bi lêv kir ku dixwazin danişîna din jî bişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em van dozan jî ji nêz ve dişopînin û em ê bidomînin jî. Li Parlementoya Danîmarkayê nêzî 10 partiyan hene û nêrînên hemûyan jî ji hev cuda ne. Di Konseya Ewropayê de nûnerên Tirk jî hene. Em ê di Konseyê de vê mijarê niqaş bikin û bînin rojevê.”