Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê' 2021-12-30 16:39:23   AMED - Baroya Amedê ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek amade kir, diyar kir ku girtîgeh bûne "navendên îşkenceyê".    Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, têkildarî binpêkirinên mafan ên sala 2021'an ên li girtîgehan raporek amade kir. Baroyê, rapora xwe li oteleke bajar bi civîneke çapameniyê ji raya giştî re parve kir. Di civînê de Endama Komîsyonê Parêzer Gîzem Mîran axivî û derbarê rapora ku amade kirin de agahî dan û daneyên raporê parve kirin.    'LI HER DERÎ GIRTÎGEHAN ÇÊDIKIN'   Parêzerer Mîran, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku girtîgeh yek ji cihên ku herî zêde binpêkirinên mafan li wan pêk tênin û got ku bi zêdebûna hejmara girtiyan re binpêkirin jî zêdetir dibin. Mîran, bal kişand ser rapora ku Miduriyeta Girîgehan ya Giştî di meha borî parve kiribû û wiha got: "Miduriyetê bi daneyên ku par ve kiribû re gotibû ku bi giştî 295 hezar û 754 girtî hene. Li gorî daxuyaniyên hatine dayîn jî em fêm dikin ku li beramberî zêdebûna girtiyan wê jimara girtîgehan jî zêde bikin. Li her derê girtîgehan çêdikin û li dijî girtinê tu pêşniyarên din nayên kirin. Binpêkirinên mafan, îşkence û nêzîkatiyên şikandina vîna kesan her ku diçe zêde dibin. Her çiqasî ku pêkhate û komeleyên sivîl têkildarê van binpêkirinên mafan de parvekirin kiribin jî di aliyê çareseriyê de gavek nehatiye avêtin.”   'EM DAXWAZA ÇARESERIYÊ DIKIN'   Di berdewama axaftina xwe de Mîran, bal kişand ser kesên ku herî zêde ji van binpêkirinan bibandor dibin û ev tişt got: "Li gorî qanûnên girtîgehê yên navneteweyî û Tirkiyeyê jî pêwîste kesên ku nikarin pêdiviyên xwe yên kesane û jiyanî pêk bînin,  infaza wan were taloqkirin. Lewra bi hezaran zarok, jin, LGBT+ yî û girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Têkildarê van binpêkirinên mafan hin malbatên girtiyên siyasî li baroya me di nobetê de ne. Me weke baro serdana girtîgehan kir û me jî rewşa heyî gav bi gav bi raya giştî re parve kir. Ev rewş berdewam e û em ji daxwaza çareseriyê dikin. Ji bo vê ji em ê tim amade bin.”