12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan 2021-12-31 08:14:07     STENBOL - 12 kesên ku li Kadikoyê dema neberdana girtiyên nexweş şermezar dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin hatin berdan.    Polîsan mudaxileyî daxuyaniya Înîsîyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ya li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê ku ji bo balê bikişîne ser neberdana girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên zêde bûne kir û 12 kes bi lêdanê binçav kirin. 12 kesên ku birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Cadeya Vatanê ji ber ku “li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan derketine” îfadeyên wan hatin wergirtin.    Nûnerê Federasyona Meclîsên Sosyalîstan (SMF) Mahîr Gurz, Berdevkê Demê yê Înîsîyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Erkan Çita, endamê înîsîyatîfê Huseyîn Îldan, Îbrahîm Hakki Eren, Mert Soydan, Abdulmelîk Yalçin, Mercan Dogan, Melîk Okan Danaci, Koray Turkay, Ûgûr Şafak, Ercan ê paşnavê wî nehat zanîn û kesekî navê wî nehat zanîn, piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan.