Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê! 2021-12-31 09:11:47 AMED - Şêniyên Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê ku ji bo valakirina xaniyan 3 meh muhlet dane wan, diyar kirin ku ji ber ku nahêlin xaniyên wan bên xerakirin DEDAŞ saetên ceryanê li dîrekan dixe.    Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê di 25'ê Îlona 2020'î de bi biryarnameya serokkomartiyê wekî "qada xetere" hatibû îlankirin. Piştî vê biryara ku derketibû holê bi pêşniyara Şaredariya Rezanê bi hinceta "gefa terorê" hatiye girtin, li taxê di bin navê "veguherandina bajêr" de dest bix erakirina avahiyan hatibû kirin. Ji 375 avahiyên ku di 19'ê Kanûnê de biryara xerakirina wan hatibû dayîn 8 avahiyên metrûk hatin xerakirin. Xaniyên din hê nehatine xerakirin. Piraniya şêniyên taxê li ber vê biryarê radibin. Lê rayedaran ji bo valakirina xaniyan 3 meh muhlet daye wan.    Şêniyên taxê destnîşan kirin ku nahêlin xaniyên wan bên xerakirin DEDAŞ saetên ceryanê li dîrekan dixe.   Şêniya Taxê Sabîha Ozçoban ku tê xwestin mala wê bê xerakirin, ragihand ku gava rayedarên DEDAŞ'ê hatine taxê qablo ji wan xwestine û wê gavê hîn bûye ku dê saetên wan ên ceryanê bi dîrekan vekin. Ozçoban, bilêv kir ku piştî ketine qirika hev DEDAŞ'Ê gazî polîsan kiriye. Ozçoban, bilêv kir ku ji bo valakiirna xaniyan 3 meh muhlet dane wan, lê niha jî radibin saetên ceryanan li dîrekan dixin û got: "2 xaniyên min hene, 150 hezra TL teklîf dikin. Ma bi vî pereyî xanî tê stendin? Tu kar û emelek me tune ye. Li malê kes naxebite. Zarokek me jî di karê dewletê de naxbite. KOmirekê jî nadin me, lê radibin ceryana me qut dikin. Bila xera bikin. Ew xera bikin em ê kon vegirin, lê em dernayên."    JI BO XANIYÊ DU QATÎ 127 HEZAR TL   Şêniya taxê Hatûn Kamûrbay jî destnîşan kir ku naxwazin xaniyên xwe vala bikin. Kamûrbay, anî ziman ku ji bo xaniyê wê yê du qatî 127 TL pere teklîfî wan kirine û got: "Em û kirêvanan di heman xaniyî de ne. Em bi kirêya xanî debara xwe dikin. Hevjînê min nexweş e, nikare bixebite. Em qebûl nakin. Ji me re gotin 'daxwaznameyê bidin.' Çi ehwce be em ê bikin, lê em xaniyên xwe nadin. Em vê tişta tê kirin jî qebûl nakin."    Faysal Siraçkan jî diyar kir ku naxwazin xaniyên wan bên xerakirin û saetên wan ên ceryanê li dîrekan bên xistin û got: "Dixwazin me bêzar bikin û bi vî awayî derxin. Ger qanûn hebûna ranedibûn saetên ceryanê dernedixistin derve. Niha em ne dikarin xaniyê xwe bifiroşin ne jî dikarin bizmarekî jî li xaniyê xwe bixin." Siraçkan ku DEDAŞ'ê wekî "çeteya 5 kesî" ya Amedê wesifandin got: "Dê saetan li dîrekan bixin. Pereyê qabloyê jî distînin. Perê saetê jî distînin. Jixwe gel feqîr e. Êdî gel bêzar kirine. Wisa nabe."    BERÊ GUNDÊ WAN NIHA JÎ TAXA WAN   Remzî Alantaş ku ji sala 1963'yan ve li vê taxê ye, anî ziman ku nêzî mehek berê Waliyê Amedê Munîr KAraloglû hatiye taxê û "şow" kiriye. Alantaş got: "Walî hat û çedn xanî xera kirin. Ez nikarim bizmarekê jî li xaniyê xwe bixim. Ji ber ku dibêjin em ê xera bikin ez nikarim boyax jî bikim. Ên hinan 50 hezar, ên hinan jî 100 hezar TL dan wan û xaniyên wan vala kirin. EV pir hindik e. 120 hezar TL'yî bide min, dê 1230 hezar TL'yî jî deyn têxe stuyê min. Ez kesekî teqawidbûyî me. Piraniya kesên li vira xizan in. Xanî nadin, wan mexdûr dikin. Dê li vira kargeh bên çêkirin. Dê bi trîlyonan biçirpînin. Lê dê xaniyekî jî nedin feqîran. Ma wisa dibe? Dê ev mirov biçin ku? Cihekî pê de biçin jî tune ye."    Alantaş, destnîşan kir ku li gund xaniyê wan hebû, bi ser wan de xera kirine û got: "Gava xaniyên me xera bikin em ê biçin ku? Em nikarin biçin gundan jî."    BANAGWAZÎ   Alantaş, destnîşan kir ku ji bo dozê xwest parêzerên baroyê aliyê wan bikin û got: "Li vira em hemû hev du nas dikin. Qurîşek dahata kesî tune ye. Ev mirov nikarin heqê av û ceryanê jî bidin. Ez hat8ime vî umrî, lê min nediye dewlet xwedî li feqîrekî derketiye. Cîran tim aliyê hev dikin."   ‘BI 100 HEZAR TL'YÎ MIROV NIKARE KONEKÊ JÎ BIKIRE'   Emrûllah Bagir jî destnîşan kir ku ji ber ku nehiştine xaniyên wan bên xerakirin saetên wan ên ceryanan li dîrekan dixin. Bagir, bilêv kir ku li taxê kes ceryana qaçax naşixulîne û got: "Dixwazin mirovan bê mesref ji vira derxînin. Madem xaniyê min xera dike, nexwe bila daîreyekê bide min. Xaniyê min 130 metrekare ye. Li jora me heman xanî bi trîlyon û nîvê ye. Ez ê çawa bistînim? Ez 100 salî jî bixebitim ez ê nikaribim bsitînim. Em ne razî ne. Bila ne xanî ne jî kar bidin me, em tenê doza heqê xwe dikin. Tu nikarî bi 100 hezarî konekê bistînî. Xaniyên prefabrîk bi 200 hezar lîreyî ne. Hem xaniyê min xera dike hem jî eraziyê min belaş distîne, lê daîreyekê nade min. Ji feqîran didizin xwe zengîn dikin."    EV MESREF JI BO ÇI?   Şêniyê taxê Mehmet Şerîf ALtûn jî destnîşan kir ku ji bo xaniyê wî yê du qatî 77 hezar TL pere teklîf kirine û got: "Ez ê bi vî pereyî li ku xanî bistînim? Ez kesekî teqawidbûyî me. Ma bi vî pereyî xanî tê stendin? Dê 77 hezar TL'yî bide min, lê wê rabe xênî bi 400 hezar lîreyî bifiroşe. Ez ê jî mehê 200 hezar TL'Yî bidim. Jixwe meaşê min 2 hezar û 500 TL ye. Ma ez ê çawa bi 500 TL'yî debara malê bikim? Tew bêyî haya me jê çêbibe panoyê jî distînin. Jixwe tu yê vira xera bikî, tu çima mesref dikî? Heqê wê jî ji min distînin. Ez bi vî pereyî biçim kuçeya hember, ez ê nikaribim pê koxekê jî bsitînim."    MA / Ceylan Şahînlî