4 girtî hatin sewqkirin 2021-12-31 13:14:24   WAN - Ji Girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpa F ên Wanê, 4 girtî sewqî hin girtîgehên din hatin kirin.    Ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind û Girtîgeha Tîpa F a Wanê 4 girtî sewqî hin girtîgehên din hatin kirin. Bariş Kahraman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ya Enqereyê, Metîn Gelnî jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hatin kirin. Nehat zanîn ku Ferhat Ertûnç û Sedat Karabalik ên ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê dihatin ragirtin, sirgûnî kîjan girtîgehê hatine kirin.