Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim 2021-12-31 14:16:56 ŞIRNEX - Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr a pirsa binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê kir, diyar kir ku Mela Kasim Yîgît hefteyekê di hucreyê de hatiye ragirtin û îşkence lê hatiye kirin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bir rojeva Meclîsê. Ji 33 kesên ku piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû HDP kir hedef di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 20 jê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Îmîr, a bal kişand binpêkirinên mafan ên girtî dijîn, dazanîn ku Mela Kasim ê girtî hefteyekê di hucreyê de hatiye hiştin û pergala germkirinê ya hucreyê nehatiye vekirin.    Îmîr, di pêşniyaznameya xwe ya bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne de bi lêv kir ku ligel Yîgît ê xwarin û nivîn nedanê, heman muamele li 19 girtiyên din re jî hatiye kirin.    ‘MELA’ Û ‘SEYDA’ KIRIN NASNAV   Îmîr, di pêşniyaznameya xwe ya qala binpêkirinên mafan ên Mela Kasim Yîgît di bin çavan de jiyan kir de wiha got: “Kasim Yîgît kesekî ku li Şirnex û navçeyên wê tê nasîn e û di nav gel de weke Mela û Seyda tê zanîn. Lê têgehên Mela û Seyda weke nasnav hatine nîşandan û weke endamê rêxistinê tê pênasekirin.”    Îmîr di pêşniyaznameyê de destnîşan kir ku hem di hiqûqa netewî hem jî di hiqûqa navnetewî de îşkence û muameleya xerab qedexeye û dazanîn ku li girtîgehên Tirkiyeyê her roj hiqûq tê binpêkirin.    Îmîr, ji bo Wezîrê Dadê Gul bibersivînê ev pirs jê pirsîn:     “*Haya we jê heye ku kasim Yîgît ê di nava civakê de tê naskirin û ji aliyê her kesî ve tê hezkirin, hefteyekê di hucreyên yek kesî de hatiye hiştin û îşkence lê hatiye kirin?    * We lêkolînek li ser têgehên Mela û Seyda lêkolînek kiriye ku di nav civakê de tên çi wateyê? Di destê we de tu agahî û belge hene ku têgehên Mela û Seyda têgehên kîjan rêxistinê ne?    * Bi kîjan hêcetên hiqûqî pirsa ‘tu çima ji aliyê gel ve tê hezkirin’ li Kasim Yîgît tê kirin? Li vî welatî hezkirina ji aliyê gel ve sûc e?    *Sedema neçareserkirina pirsgirêka ava germ û germkirinê ku bûye pirsgirêka kronîk a li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çi ye?    *Haya Wezareta we ji van pêkanînên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê heye? Ger wisa be, li dijî kesên têkildar lêpirsîneke îdarî yan hiqûqî hatiye vekirin?   *Gelo ev pêkanîna îşkenceya sîstematîk ne li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ne?”