Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin 2021-12-31 15:47:20   ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA'yê Sumeyye Gok ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê gardiyanan îşkence lê kiribû, sewqî girtîgeha Qeyseriyê hat kirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok ku piştî hedef nîşandina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştre bi 19 hevalên xwe re hatibû girtin, bi 3 hevalên xwe re ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hat sewq kirin. Gok ku li girtîgehê îşkenceya lêgerîna tazî lê hatibû kirin sewqî Girtîtgeha Jinan a Bunyanê ya Qeyseriyê hat kirin, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç sewqî Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê û Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Abdûllah Kaçmaz jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin.