Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin 2021-12-31 18:02:31     AMED - Malbatên li Baroya Amedê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, xwestin ku di sala nû de girtiyên nexweş bên berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbaten girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 46’emîn de berdewam dike. Gelek welatiyan di nava rojê de serdana malbatan kirin û piştgirî da. Malbatan xwest ku di salan nû de girtiyên nexweş bên berdan.    ‘DIVÊ EM PIŞTGIRIYA MALBATAN BIKIN’   Yek ji welatiyên ku serdana malbatan kir Melîke Alp (63) diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê di girtîgehên din de jî tê pêkanîn û wiha got: “Bi rêbazên îzolasyonê dixwazin têkiliya di nav girtiyan de bibirin û bi polîtîkayên zextê paş ve gavê bi wan bidin avêtin. Divê em piştgiriya çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatan daye destpêkirin bikin.”   BANGA BERDANÊ    Bavê girtiyê nexweş Civan Boltan, Hakki Boltan jî dazanîn ku nêzî du meh in di nobetê de ne û wiha got: “Divê girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên taloqkirin demildest werin berdan. Em hêvî dikin ku sala 2022’yan azadî û aştiyê bîne û ligel edaleta ku ji bo zarokên me were, pirsgirêkên siyasî, aborî werin çareserkirin û aramî were welat.”