Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin 2022-01-01 09:20:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hemû komên mezêxer di navbera ji sedî 52 û 130'yî de ceyranê zem kirin.    Ji bo hemû komên mezêxer bac û fon jî tê de di navbera ji sedî 52 û 130'yî de ceyranê zem kirin. Di çarçoveya zemê de aboneyên ku heta 150 kilovatsaetî ceyranê bi kar bînin wê serê kîlowatsaetê lîreyek û 37 quriş bidin. Aboneyên ku di seriya 150 kilovatsaetî ceyranê bi kar bînin jî wê serê kîlowatsaetê 2 lîre û 6 quriş bidin. Li gorî hesabê ku hatiye kirin, wê ji bo asta yekemîn ên ceyranê bi kar tînin ji sedî 50 zem bê pêkanîn û ji bo asta duyemîn ku ceyranê bi kar tînin jî li gorî asta yekemîn ji 50 zedetir zem bê pêkanîn.