Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye 2022-01-01 09:40:48 AMED - Sakîne Demîr, dayika siyasetmedar Sêvê Demîr, got: "Belkî Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be, lê gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Ruhê wê yê berxwedêr li her derê Kurdistanê ye."  Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3 siyasetmedarên jin Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jina Azad (TJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyayê hatibû ragihandin çûbûn navçeyê ji bo alîkariya gel bikin. Her sê siyasetmedar di 4'ê Çileya 2016'an de gava ji Taxa Karşiyakayê diçûn Taxa Yeşîltepeyê hatibûn qetilkirin.    5 sal di ser qetilkirina her sê siyasetmedaran re derbas bû, lê hê jî kujerên wan nehatine darizandin.    11 GULE JI BEDENA WÊ HATIN DERXISTIN   Sêvê Demîr ku 11 gule ji bedena wê hatibûn derxistin, li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Di salên 90'î de ji ber tahdeya dewletê bi malbatî koçî navçeya Bismil a Amedê kirine. Malbata di 1995'an de jî ji Bismilê diçe navçeya Salihlî ya Manîsayê. Demîr, li vira tevî malbata xwe pembo berhev dike û hewl dide debara malbata xwe bike. Hem dixebite hem jî di nav xebatên partiyasî de cih digire.    Di 5'emîn salvegera qetilkirina wê de dêya wê û hevala wê behsa wê kirin.    KOÇBERÎ   Dayik Sakîne Demîr, diyar kir ku gava keça wê 6 salî bûye koçî Manîsayê kirine. Demîr got: "Wê çaxê em li navçeya Bismilê ya Amedê bûn. Di salên 90'î de li Bismilê valakirina gundan, şewitandina malan û komkujî pir bûn. GElek caran davêtins er mala me jî. Sêvê wê çaxê hay ji zilma dewletê ya li kurdan dikir çêbû. Ji ber tahdeya sîstematîk a dewletê me koçî navçeya Salihlî ya Manîsayê kir. Sêvê li wir ev tişt hîn bêtir hîs kirin û hem li nav erd dixebitî hem jî diçû partiyê. Bîr ahin tiştan bûbû û digot êdî dê di nav xebatan de cih bigire."    Demîr ku got "Hê zarok bû, pir jêhatî bû, durist bû, qet derew nedikirin" anî ziman ku hevalên keça wê tenê ne kurd bûn, gelek hevalên wê yên erebe, çerkez û tirk jî hebûn.    Demîr got: "Tu deverê Kurdistanê nema ku Sêvê neçûyê. Diçû her derî. Tevahiya Kurdistanê wê nas dike. Dilê xwe, ruhê xwe, her tiştê xwe dabû vê têkoşînê. Dema dixebitî bi gelek tahdeyan re rû bi rû ma. 5 salan di girtîgehê de ma û 60 rojî di greva birçîbûnê de."    TÊKOŞÎNA JINÊ   Demîr, destnîşan kir ku lê keça wê tu carî serî netewandiye û bi taybetî di nav têkoşîna jina kurd de pir çalak bûye û got: "Tahdeya li jinan dihat kirin qethiyen qebûlnedikir. Ji bê vê têdikoşiya. Ji bo têkoşîn û piştevaniyê bang li hemû jinan dikir. Bi taybetî digot, jina kurd êsir e. Li ser vê hûr dibû. Digot, jina kurd hem bi tahdeya dewletê hem ji ya mêr û civakê re rû bi rû dimîne."    QEDEXEYÊN DERKETINA DERVE   Demîr, bilêv kir ku di dema qedexeyên derketine derve de çûye keça xwe dîtiye Demîr, anî ziman ku dê wan rojan qet ji bîr neke û gava pêvajo ber bi xerabbûnê ve çûye bi telefonê keça xwe re xeber daye û piştî vê xeberdanê bi 3 rojan xebera mirina keça xwe bihsîtiye. Demîr got: "Gava min ew xeber bihîst agir bi kezeba min ket. Lê me dizanibû di vê rêyê de tiştên wisa hene. Min di dilê xwe de digot, 'ger dabe ser vê rêyê yan wê bê girtin an jî wê bê kuştin.' Sêvê jî pêşî hat girtin, bi dû re hat kuştin. Me got ser sera û ser çava û ji bo em cenazeyê xwe wergirin em ketin rê. Lê ji bo em cenazeyê xwe wergirin em 10 rojan sekinîn. PIştî mirina wê zilma li ser kurdan jî dewam kir."    XEYALA WÊ AZADIYA OCALAN BÛ   Demîr, behsa xeyalên keça xwe kir: "Doza azadiya serok, axa xwe, nasname û zimanê xwe dikir. Pir ji axa xwe û rêberê xwe hez dikir. Digot, 'Ger rêberê me azad bibe, dê axa me jî azad bibe.' Ji bo azadiya rêber pir têkoşiya."    Demîr, destnîşan kir ku piştî Sêvê û hevalên wê gelek jin hatine kuştin û got: "Li vî welatî roj tune ye ku jin neyên kuştin. Sêvê ji bo ev tişt neqewimin têdikoşiya. Mesela Denîz Poyraz, jineke welatperwer bû. Hat kuştin. Çima? Ji lew re jineke kurd bû û doza azadiya xwe dikir. Tu ferq di navbera jinên kurd de tune ye. Ew jin ji ber ku doza azadiya xwe kirin hatin kuştin."    RUHÊ WÊ YÊ BERXWEDÊR LI HER DERÎ YE   Dayik Demîr ku got "Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye" diyar kir ku dê tu carî zilma li ser kurdan qbeûl nekin û got: "Ji lew re ev doz, dozeke durist û rastiyê ye. Belê, dibe ku Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be, lê di bîra min û dilê min de dijî.  ê gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Sêvê heya roja dawî jî serî netewand. Dê xeyala Sêvêyan pêk bê, hindik ma. Niha bi sedan Sêvê hene. Em ê tu carî dev ji vê têkoşînêbernedin. Roj roja azadiyê ye, serketin a kurda ye."    ISRARA WÊ YA JI BO HEQÎQETÊ   Fadîle Goktur ku di sala 1996'an de Sêvê nas kiriye, wê wekî keseke "serî li ber pergalê rakir" pênase kir. Goktur got: "Ji bo ruhê jinê zînde bike tevli têkoşînê bû. Di lêgerîna ji bo heqîqetê de biisrar bû. Her roj jin dihatin kuştin, Sêvê niakribû bdêeng bimîne, nema jî. Dabû ser rêya azadiyê, dengê jinan bû."    'NIKARIBÛN KENÊ WÊ BITEPISÎNIN'   Gokturk anî ziman ku kenê Sêvê qet ji bîr nekirine û got: "Nikaribûn kenê wê bitepisînin. Bi awayekî hovane hat qetilkirin. Lê dê Sêvê û hevalên me yên din tim di dilê me de bijîn. Dê şûna wan û têkoşîna wan qet vala nemîne. YEk biçe dê hezra bên."    MA / Eylem Akdag