Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê 2022-01-01 09:56:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên ku sala nû dest pê kir de zem anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê.    Sala nû bi zeman dest pê kir. Piştî zemkirina ceyranê zeme anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê jî. Sendîkaya Karsazên Îstasyonên Îqmala Gaz, Sotemenî û Enerjiyê ragihand ku benzîn, motorîn û LPG hatine zemkirin. Benzîn bi bihayê 61 qurîşan, mazot bi bihayê lîreyek û 29 qurişan û gaza ji bo wesayîtan jî bi bihayê 78 qurişan hatin zemkirin.