Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin 2022-01-01 11:27:44   OSMANIYE - Ji 15 welatiyên Efrînî ku navenda wê Osmaniye di serdegirtina malan a 6 bajaran de hatibûn binçavkirin, 5 jê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de navenda wê Osmaniye li Hatay, Mêrsîn, Kîlîs, Amed û Dîlokê 15 Efrînî di 30’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin. 10 Efrînî yên piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan, ji bo dersînorkirinê radestî Navenda Vegerandinê ya Osmaniyeyê hatin kirin   Dozgeriyê A.F., A.D., B.B., Ş.M.S. û A.M. jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlh a Nobedar a Osmaniyeyê kirin. Dadgehê her 5 Efrînî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin.