Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye 2022-01-01 13:23:35 RIHA - Malbata Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê di roja 299'an de didomîne, bal kişand ser zeman û ev tişt got: "Di sala nû de her çiqas rojev zem bin jî çavkaniya wan bêedaletî ye."   Di 14'ê hezîrana 2018'an de parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên mnalbatê kuştibûn. Li dijî vê zilma ku li wan hat kirin Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta malbatê di roja 299'an de berdewam dike. Îro ji ber ku dawiya heftê ye Emîne Şenyaşar çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo ku tevlî "Forûma Gel" ku wê Hêzên Têkoşîna Yekkirî (BMG) li dar bixe bibe, çû Stenbolê.    'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî bal kişand ser zemên ku di sala nû de hatin  kirin û ev parvekirin kir: "Di roja destpêkê ya sala 2022'yan de em "Têkoşîna xwe ya Edaletê" vediguhezînin Stenbolê. Rexmî hemû astengiyan jî em li ber xwe bidin. Heta ku edalet bê em ê di serî de navenda Rihayê li çar aliyên Tirkiyeyê tekoşîna xwe bidomînin. Her çiqas di sala nû de rojev zem bin jî çavkaniya wan bêedaletî ye."