Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin 2022-01-01 16:12:39   AMED - Malbatên girtiyan ên li benda berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandinin, bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan ku “Nobeta Edaletê” digirin, di roja sala 2022’yan a ewil de girtina nobeta xwe domandin. Malbat careke din li avahiya Baroya Amedê ku nobeta xwe lê didomînin hatin gelhev. Serdanên malbatên ku çalakiya wan di roja 47’emîn de berdewam dike îro jî berdewam kirin.    Hin jinên ku xizmên wan di girtîgehan de ne û hin dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirin serdana çalakiya malbatan kirin û piştgirî dan. Di peyamên serdanê de hatin dayîn de, hat gotin ku ji bo çalakî encam bigire divê ji raya giştî zêdetir piştgirî were xwestin û di vê mijarê de bang li hemû beşên civakî were kirin.