Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe 2022-01-02 09:00:58   STENBOL - Ji parêzerên Ocalan Mahmût Çakar, diyar kir ku dê têkoşîna gelan karibe rejîma tahdeyê ya AKP-MHP'ê xera bike û got: "Ev têkoşîn jî bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e."    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî nayênbersivandin. Ji parêzerên Ocalan parêzer Mahmût Şakar, pergala Îmraliyê û tecrîda li ser Îmraliyê nirxand.    MEKANÎZMAYEKE KÊFÎ YA 22 SALAN   Şakar, bibîr xist ku pergala Îmraliyê di rejîmeke rewşa awarte de hatiye avakirin û ev rewşa awarte (OHAL) bûye taybetmendiyek sereke ya pergala Îmraliyê. Şakar, diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê feraseteke rewşa awarte heye û got: "Tenê ne ji bo 9 mehan, Ocalan 23 sal in tê tecrîdkirin. Hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hat redkirin. Lê ji roja roj de ji bo astengkirina hevdîtinan hinceteke hiqûqê berpêş nekirine. Yanî ji sala 1999'an heya niha li Îmraliyê mekanîzmayeke kêfî heye."    SIYASETA TECRÎDÊ   Şakar, destnîşan kir ku her ku tecrîda li Îmraliyê kûr bû li Tirkiyeyê rejîmeke tahdeyê ava bû û got: "Paşê ev wekî rejîma yekzilamî hat reformekirin. Ev rejîm li ser asasê hilberandina tahde û şer e. Di heman demê de tecrîdê kûrtir dike. Ev siyaseta tecrîdê niha kûrtir bûye."    ÊRIŞÊN LI SER DESTKEFTIYÊN KURDAN   Şakar, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê ji 2014-2015'an heya niha li dor stratejiyeke ku wekî "Plana Çokşikandinê" tê zanîn siyasetê dike û ev siyaseta awayê rojenekirî ya Plana Şark Islahatê ya 1925'an e. Şakar, destnîşan kir ku armanca vê jiholêrakirina mafên sereke ya kurdan, tasfiyekirina nasnameya kurdî û desteserkirina destkeftiyên kurdan e.    Şakar, bibîr xist ku di sala 2013'an de li Îmraliyê Ocalan di hevdîtinekê de gotiye "Erdogan bi lêdana xwe ya li kurdan di nava dewletê de hînî pêşveçûnê bûye" û got: "Pêşveçûyîna bi lêdana kurdan, bi tasfiyekirina kurdan wekî stratejiyekê pêş ket. Lewma divê tiştên niha diqewimin jî di vê bi vê stratejiyê bên ravekirin."    POLÎTÎKAYA BÊKURDBÛYÎNÊ   Şakar, anî ziman ku Erdogan tim dixwaze îqtidar be û jixwe pergal jî derfeta "yekzilambûnê" daye ber wî û got: "Vê derfetê bi beranberiya tişrekî dan ber wî. Ew jî 'tu yê tim bi kurdan re şer bikî.' Lewma AKP-MHP û hêzên tarî yên bi wan re tevdigerin siyaseta şikandina berxwedana kurdan, binpêkirina hemû mafên sereke yên kurdan û ji kurdan xalîkirina erdnîgariyê dikin. Wisa difikirin ku dê bi vî awayî tim îqtidar bin. Erdogan yeqîn dike ku gava bi tahdeyê meseleya kurdî çareser bike dê bibe pêşengê duyemîn ê damezrîner ê Tirkiyeyê."    Şakar, îqtidarên beriya tifaqa AKP-MHP'ê bibîr xistin û diyar kir ku rastiyek heye ew jî berxwedana gelê kurd heye ku îqtidarên beriya tifaqa AKP-MHP'ê avêtine ser sergoyê dîrokê û got: "Erdogan jî li vê berxwedanê qelibiye. Îro ro li nav Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê krîza rû daye tê nîqaşkirin. Ev jî bi saya berxwedana gel e."    ROLA EWROPAYÊ YA DI TECRÎDÊ DE   Şakar, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di 3'yê Kanûna 2021'ê de ragiahndibû jî nirxand. Her wiha Şakar di avakirina pergala Îmraliyê de li ser rola Konseya Ewropayê jî sekinî. Şakar, anî ziman ku berî ku Rêberê PKK'ê radestî Tirkiyeyê bê kirin Konseya Ewropayê çûye Îmraliyê û atmosfera wir dîtiye û pesend kiriye. Şakar got: "Birêz Ocalan jî ev yek gotibû. A rast di piraniya polîtîkayên li hemberî Birêz Ocalan tên pêkanîn de bi awayekî helwest û pesendkirina Ewropayê jî heye. Her wiha gava mesel dibe Birêz Ocalan, ev hiqûqê jî li gor xwe şîrpve dikin."    HELWESTA KOMÎTEYA WEZÎRAN   Şakar, bilêv kir ku DMME, Komîteya Wezîran û saziyên din dem bi dem Tirkiyeyê rexne dikin û got: "Lê gava vê dikin, bi awayekî bijarde dikin. Bi taybetî jî têkildarî meseleya kurdî û têkildarî meseleya hiqûqî ya têkildarî Birêz Ocalan bi awayekî bijarde tevdigerin. Em dibînin ku helwesteke xwe li nedîtinê datînin, helwesteke ku bi Tirkiyeyê re li hev dikin heye. Di mijarên ku Tirkiyeyê pir enrihet nekin de îtirazên xwe kûrtir dikin. DMME'yê di sala 2014'an de biryar dabû ku cezayê muebeda giran îşkence ye. Lê Komîteya Wezîran piştî vê biryarê bi 6 salan, lis er vê miajrê sekinî. Di wî şeş salî de parêzeran çend caran serî li Komîteya Wezîran da, lê komîte li ser vê mijarê nesekinî. Bijardebûna ku ez behs dikim ev e. Her wiha li Tirkiyeyê biryara ewil a binpêkirinê yê têkildarî cezayê muebeda giran jî yê Birêz Ocalan e. Komîteya Wezîran gava koma vê dozê çêkir, bi navê Ocalan doz venekir. Bi navê Gurban vekir. Cihêkarî, helwestên bi vî rengî yên Tirkiyeyê diparêzin hene."    TECRÎD BERA SIYASETA ŞER E   Şakar, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan wekî bereke siyaseta tahdeyê ya di meseleya kurdî û siyaseta şer de qewî bûye û got: "Her ku tecrîd kûr dibe, şer û tahde jî kûr dibe. Tirkiye jî dikev nava krîzan. Niha jî hewl didin bi şer û tahdeyê tecrîdê mayinde bikin. Divê ev yek bê dîtin. Ger hê ji roja ewil de îtiraz ji bo rejîma awarte ya li Îmraliyê hebûn, dibû ku krîz di warê aborî û polîtîkd e kûr nebûna. Di vir de tenê ne kurd, divê hemû eksên doza Tirkiyeyek demokratîk dikin bê tirs daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo vê jî divê hemû kesên dixwazin ji bo mseleya kurdî gotinekê bibêjin li ber vê tecrîdê rabin."    Şakar, anî ziman ku gel dikarin vê rejîma tahdeyê ya ku hikûmeta AKP-MHP'ê temsîliyeta wê dikin xera bikin û got: "Dê têkoşîna gelê kurd û dostên wan karibe vê lîstikê xera bike. Perçeya herî girîng a vê têkoşînê de bi jiholêrakirin tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan pêkan e."    MA / Ferhat Çelîk