Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin 2022-01-02 13:30:13   ENQERE - Li gorî rapora meha Kanûnê ya Bedela Nûçeyan a Cemiyeta Rojnamevanan, 67 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê derketin pêşberî dadgehê û bi komî ji 412 salan heta hezar û 334 salan cezayê hefsê ji wan re hat xwestin.    Cemiyeta Rojnamegeran, rapora xwe ya meha Kanûnê ya xebata raporkirinê ya bi sernavê “Bedêla Nûçeyê” aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser astengî û zextên ser rojnamevanan û hat diyarkirin ku herî kêm 67 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê derketin pêşberî dadgehê.    CEZAYÊ MUEBETA GIRANKIRÎ HAT XWESTIN    Di raporê de hat diyarkirin ku ji 67 rojnamevanên ku di mehekî de hatin darizandin re bi giştî ji 412 sal û mehekê heta hezar û 334 sal û mehek cezayê girtîgehê, 2 ji wan jî cezayên muebbeta girankirî 3 cezayên muebbetê hat xwestin. Ji 6 danişînên hatin dîtin biryar hatin dayîn. Di danişînên biryar hatin dayîn de li 8 rojnamevanan bi komî 14 sal 8 meh û 14 roj cezayê hefsê hat birîn. 9 meh cezayê hefsê ku ji rojnamevanekê re hat birîn vegerandin 4 hezar û 500 lîreyî. Derbarê 25 rojnamevanên hatin darizandin de jî biryara beraetê hat dayîn.    11 ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN   Li gorî raporê di mehekê de herî kêm 11 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin, di meha Kanûnê de derbarê 7 rojnamevana de dozên nû hatin vekirin û derbarê 3 rojnamevanan de jî lêpirsînên nû hatin destpêkirin.