Dayik Dokû: Gulistan li ku ye? 2022-01-02 16:34:41   DERSÎM - Çalakiya rûniştinê ku malbata Gulistan Dokû ya li Dersimê du sal in agahî jê nayê girtin, li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin, di roja duyemîn de didome.    Çalakiya rûniştinê ku malbata xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya li Dersimê ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin, li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin, di roja duyemîn de didome. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên hatin pêş edliyeyê pirsa “Gulistan li ku ye” kirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê û Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu jî piştgiriya malbatê kir.    ‘DOKU WINDA NEBÛYE HATIYE WINDAKIRIN’   Bedriye Doku ya di dema serdanê de dema li aqûbeta keça xwe dipirsî ji ser hişê xwe çû, bi alîkariya jinan hat rakirin. Piştî ku dayik bi ser hişê xwe ve hat, Parlementerê HDP’ê Onlu axaftineke kurt kir. Onlu, diyar kir ku Doku windane bûye hatiye windakirin. Onlu, bal kişand ser lêgerînên edaletê yên li çend bajaran didomin û destnîşan kir ku divê demildest aqûbeta Dokuyê were aşkerakirin. Onlu, ji bo aqûbeta dokuyê bipirsin herkes di 5’ê Çileyê de vexwend Qada Seyît Riza.