Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr' 2022-01-03 09:15:26 AMED - Li Sûrê, avahiyên bi tîpa sûr ku beriya niha me wan ji hewa ve kişandibû vê carê jî me nav wan kişand.    Li navçeya Sûrê ya Amedê, malên ku hatine çêkirin li dor hewşeke biçûk ku bi dîwarên zirav hi hev hatiye veqetandin hatine rêzkirin. Ev mal dişibin girtîgehên bi tîpa F ku salên 2000'î û girtîgehên tîpa S ku îsal hatine lêkirin. Serowkezîrê Demê Ahmet Davûtoglû, bi gotina "Em ê mîna Toledo çêbikin" mizginiya van malan dabû. Piştî ku Davûtoglû ji aliyê Erdogan ve ji serokwezîrtiyê hat girtin, hemû rayedarên AKP'ê van malan weke malên Amedê ji raya giştî re ragihandin. Lê malên ku hatine çêkirin ne dişibin "Toledaoyê" ne jî dişibin malên Amedê.   KEVIRÊN RÛGIRTÎ   Weke Ajansa Mezopotamyayê (MA) malên ku me wan ji hewa ve kişandibû û di 5'ê tîrmehê de bi nûçeya "Girtîgeha bi Tîpa Sûr!" anîbû rojevê, vê carê me di cih dîmenê wan kişand. Malên ku me wan kişand li taxa Hasirli ya Sûrê ku dema qedexeyan bi tevahî hatibû hilweşandinin. Bariyên li dora van malên du qat ku ji 9 bloqan pêk tên mehên borî bi awayekî bêdeng hatin rakirin. Malên ku bi tîp û rengî hatine çêkirin, qata wan a destpêkê ji bo bişibînin malên Amedê bi kevirên rûgirtî yên bazalt hatine çêkirin. Qatên wan ên duduyan jî derveyî wan bi rengê spî hatine boyaxkirin. Firehbûn û hejmara jûreyên wan li gorî bloqan diguherin. Rexmî ku nû hatine çêkirin jî ji niha ve parkeyên lamînant ên binî malan berçifîne. Destşokên hin malan dileqin û paceyên hin malan jî şikiyane.    AVAHÎSAZIYA GIRTÎGEHÊ   Malên ku rewşa derve û hundirê wan bi vî rengî ne avahîsaziya hewşên wan jî balkêş in. Mal û hewşên Sûrê ku bi hezar sal in malovaniya şaristaniyan kirine û di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin nemane. Hewşên nû ku hatine çêkirin û di nîveka wan de darek hatiye çandin mîna girtîgehên bi tîpên F û S hatine lêkirin. Malê ku li ser mîrateya dewlemend a Sûrê û li derveyî avahîsaziya wê hatine çêkirin, nayê zanîn ku wê bidin kê. Tê diyarkirin malên ku niha kesek notirvaniya wan dike û dem deman hin karker lê wan dixebitin wê di pêvajoya pêş de derkevin îhalê. Lê nayê zanîn ku wê malan bidin kesên berê malên wan li vir hebûne.    MA / Gokhan Altay