Artêşa tirk Duhok bombebaran kir 2022-01-03 11:44:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk, gundê Hirorê yê Duhokê yê Herêma Kurdistan bombebaran kir.    Êrişên Tirkiyeyê yên ser Herêma Kurdistana Federe her ku diçe zêde dibin. Gundekî din ê bi ser herêma Kanî Masî ya bajarê Duhokê, ku beriya niha gelek caran hat bombekirin, hat bombekirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê artêşa tirk duh bi şev 18 caran gundê Hirorê yê girêdayî herêma Kanî Masî bombebaran kir. Hat diyarkirin ku di encama bombebarandinê de ziyana madî çêbûye.