Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne 2022-01-03 16:10:06   AMED - Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê, bersiv da qeyûmê Amedê Munir Karaloglû ku gotibû "Xwediyê vî bajarî heye" û ev tişt got: "Hûn nikarin bibin xwediyê vî bajarî, hûn karmendekî tayînkirî ne. Hûn malên xwediyên vî bajarî bi serê wan de hildiweşînin."   Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), li Odeya Avahîsazan a Amedê derbarê destûra dayîna avahiyên qaçax a bi armanca rantê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birin de civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Ev bajar ne bêxwedî ye" hat vekirin. Di daxuyaniyê de bersiva qeyûmê Amedê Munir Karaloglû ku gotibû "Xwediyê vî bajarî heye" hat dayîn.    'ME Û XEBATKARÊN XWE TEVLÎHEV NEKIN'   Di civînê de Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Dogan Hatûn axivî û gotinên qeyûm Karaloglû yên ji bo xwedîditiya Amedê weke "kirêt" pênase kir û ev tişt got: "TMMOB hêza xwe ji rêxistinbûn û gel digire. Li 81 bajaran û navçeya bi rêxistinkirî ye û li dijî bêhiqûqiyan radiweste. Em ê di têkoşîna demokrasiyê de tavîzan nedin. Em ji kesî jî natirsin. Em berjewendiyên gel diparêzin. Me û xebatkarên xwe tevlîhev nekin. Hûn nikarin bi hilweşandina malên gel a bi ser wan de xelas bibin. Sal û nîveke hûn li bajar peywir dikin. Ji bilkî hilweşandinê tiştekî din ji devê we dernakeve. Hêza we têra mirovên li şevnişînan dike? We ji me şaş fêm kiriye. Hûn nikarin bibin xwediyê vî bajarî, hûn karmendekî tayînkirî ne. Hûn malên xwediyên vî bajarî bi serê wan de hildiweşînin. We bi zanebûn Sûrê hilweşand. Hûn nikarin buxtanan li me bikin."   QEYÛM LI "QAÇAKÇIYAN" XWEDÎ DERKET    Piştî Dogan Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman jî axivî û bal kişand ser giliya wan a ku di 28'ê kanûna 2021'an de derbarê avahiyên ku qaçax tên lêkirin de û ev tişt got: "Em bi belgeyan aşkera dikin ku sûc hatiye kirin. Bi zext û daxuyaniyan û berovajîkirina gel û saziyan hûn nikarin ser rastiyan bigirin. Ji ber ku hewldanên me yên li dijî lêkirina avahiyên qaçax ên bi kes, beş û saziyan re bê encam man, me mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û daxuyanî da û gilî kir. Walî û qeyûmê Amedê li rayedarên ku ji ber destûr dayîna lêkirina avahiyên qaçax me giliyan wan kiriye xwedî derketiye."   Di dawiya daxuyaniyê de Kahraman dîmenên ku derbarê avahiyên qaçax ên li bajar de amade kiribûn parve kir.