Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin 2022-01-04 09:07:18 MÊRDÎN - Dadgeha Îstînafê biyara Qeymeqamtiya Kerboranê ya darizandina polis Savaş Goktaş ku Suphiye Yakût seqet kiribû dabû sekinandin xera kir û biryar da ku darizandin ji nû ve bê destpêkirin.    Di 22'yê Nîsana 2018'an de li Taxa Bahçebaşi ya Kerboran a Mêrdînê polîs Savaş Goktaş wesayîta zirxî li Suphiye Yakût a 51 salî qelibandibû û ew seqet kiribû. Piştî ku Qeymeqamtiya Kerboranê destûra lêpirsînê nedabû darizandina polîs Savaş Goktaş hatibû sekinandin. Malbata Yakût jî bi rêya parêzerê xwe îtiraz kiribû. Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê, îtiraza malbatê qebûl kir û biryareke di wesfê emsalê de da. Dadgeha îstinafê biryar da ku amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin û biryara rawestandina darizandinê betal kir.    POLÎSÎ KORÛMA REFLEKSÎ   Parêzer Tahîr Demîr, anî ziman ku biryarên bi vî rengî yên amîrên mulkî talûke ne û xwedî reflekseke ku polîsan diparêzin. Demîr, destnîşan kir ku biryara Dadgeha Edliye ya Herêmê di darizandinên bi vî rengî de rola amîrên mulkî jî aşkere kiriye û got: "Dadgehê bi awayekî aşkere got, amîrên mulkî nikarin mudaxileî darizandinê bikin. Ev dosye 3 sal in dewam dike. Dosyeyeke ku hemû delîlên wê hatine berhevkirin, ji hêla amîrê mulkî ve hatibû sekinandin. Dadgehê ev yek tespît kir û biryara amîrê mulkî betal kir. Lewma em dikarin bibêjin ku ev biryar ji bo dozên bi vî rengî biryareke emsal e. Hêvîdar im ku pêvajoya dadgehê jî bi awayekî qanûnî bidome û ew polîtîkaya bêcezatiyê ya ji bo polîs û eskeran tê pêkanîn bi vê biryarê bi dawî bibe."    MA / Ahmet Kanbal