Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine! 2022-01-04 09:07:35 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, zêdetirî 30 sal in tapoya avahiyên îskanê yên di 1984'an de hatine çêkirin, nedane xwediyê wan. Welatiyên ku ji ber vê nikarin sûdê ji xizmetên sererd û binerdê wergirin, xwestin ev mexddûriyeta wan bê çareserkirin.  Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê di sala 1984'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo koçeran avahiyên îskanê çêkiribûn. Lê ev qas sal derbas bûne hê jî tapoyên welatiyan nedane wan.    NE TAPO NE JÎ MUXATAB   Avahiyên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê yên li taxa Dîrseklî yê Cizîrê hatin çêkirin, di destpêka salên 1990'an de radestî 196 malbatan hatin kirin. Gelek koçerên derbasî van avahiyan bûn, ji ber nebûna tapoyê avahiyên xwe bi beranberiya senedê firotin. Xwediyên nû yên van avahiyan jî kirin ne kirin ne tapor wergirtin ne jî muxatabek dîtin.    ‘XANIYÊ ME AYDÊ KÊ YE?'   Alî Tûranê 64 salî ku  di avahiyeke îskanê de ye, anî ziman ku 20 sal berê hatiye vira û ji wê rojê heya niha bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Tûran, diyar ir ku pirsgirêka herî mezin ya xizmetê ye Tûran, da zanîn ku kolana wan a sereke di sala 2015'an de bi asfalteke tenik hatiye girtin û piştî vê bi demkê di bin navê xebatên qenalîzasyonê de kuçeyên wan hatine kolandin. Tûran, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha kolan û kuçeyên wan nehatine çêkirin û havînan di nav tozê û zivistanan jî di nava heriyê de dimînin.    Tûran, bilêv kir ku ji xeynî van pirgsirêkan, tapoyên xwe jî wernegirtine û got: "Ev der ji aliy Îdareya Taybet a Bajêr ve hat çêkirin. Ji wê çaxê heya niha tapoyên me nedane me. Di dema hemû hilbijartinan de rayedar tên vira û dibêjin, 'em ê tapoyên we bidin.' Lê piştî hilbijartinê tapoyan nadin. Em di xaniyên xwe de ne, lê em nizanin xaniyên me aydê kê ne. Ji lew re tapo nedane kesî jî. Em doza tapoyên xwe dikin. Li kêleka me TOKÎ hatine çêkirin. Rêyên wan çêkirine û tapoyên wan hene. Xaniyên me û ew bi hev ve ne, lê her tiştê wan heye, yê me tu tiştê me jî tune ye."    ‘ME EWARE DIKIN'   Halît Kolanç ê 56 salî jî anî ziman ku 17 sal in li vira ye û got: "Em dixwazin rêyên me bên çêkirin. Beriya min hin kesên din hatine vira, lê tapoya kesî jî tune ye. Niha ez nizanim ev xaniyê ez tê de me aydê kê ye. Gava em nû hatin vira em 4 malbat bûn, lê niha em 20 malbat in. Em dixwazin xaniyê xwe mezin bikin, lê ji ber ku tapo tune ye em nikarin tiştekî jî bikin. Heya 40 sal berê jî em koçer bûn. Em diçûn zozanan. Dewlet ji bo em neçin cihekî ev xanî çêkirin, lê bi salan e me eware dike û tapoyan nade me."    ‘HAVÎNAN TOZ, ZIVISTANAN HERÎ'   Gewrê Tûran a 63 salî jî destnîşan kir ku pirsgirêkên li vira pirsgirêkên bi salan e û got: "Kuçe hemû ax in. Havînan di nav tozê, zivistanan jî di nav heriyê de dimînin. Hundirê me tim qirêjî dibe. Li kêleka me TOKÎ hene, her tiştê wan hene. Bi ehr awayî sûdê ji xizmetan digirin, lê bi salan e bi tu awayî xizmeta me nayê kirin. Ma ev edalet e?"    'KES DENGÊ ME NABIHÎSE'   Sedat Deger ê 39 salî jî xwest mexdûriyeta wan bê çareserkirin û got: "Kes ne li halê me dipirse ne jî dengê me dibihîse. Em mexdûr in." Alî Ateş ê 59 salî jî diyar kir ku trafoyên ceryanê yên li gund têr nakin û xwest mexdûriyeta wan bê çareserkirin.    MA / Omer Akin