Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune 2022-01-04 12:05:44   WAN - Girtî Mehmet Şerîf Aslan ê bi Vedat Çem Erkmen ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da re dima, bi lêv kir ku ewlehiya canê wan nîne.    Vedat Çem Erkmen ê cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê de dima, di 19’ê Kanûna 2021’an de di hucreya ku lê dihat ragirtin de jiyana xwe ji dest da. Mehmet Şerîf Aslan ê li qawişa rex Erkmen dima, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyarkir ku ewlehiya canê wan nîne û daxwaza piştgiriyê kir. Malbata Aslan, bi daxwaza piştgiriyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da.    EWLEHIYA CANÊ WÎ NÎNE   Birayê Aslan, Rasîm Aslan anî ziman ku birayê wî di telefonê de gotiye “Ewlehiya canê min nîne” û wiha got: “Birayê min di sala 2011’an de li navçeya Kanîreş a Çewlikê hat girtin. Dema hat girtin îşkenceyeke zêde lê kiribûn. Bi rêzê birin Girtîgeha Çewlig, Amed û herî dawî jî birin Tekîrdagê û cezayê muebbeta girankirî lê hat birîn. Wê rojê li me geriya û got ‘Hevalê me Vedat întîhar nekir. Ewlehiya canê me jî di vê girtîgehê de tune ye. Hewl bidin min ji vê girtîgehê derxînin.’ Me jî serî li ÎHD’ê da. Birayê me di bin zextan de ye û em ji canê wî bi fikar in. Em ditirsin ku tiştekî bînin serê wî. Zextên li ser girtîgehan gelek zêde ne. Em li bendê ne ku herkes piştgiriyê bide me.”