Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye 2022-01-04 16:02:51   AMED - Xizmên girtiyan ku di roja 50’yan de Nobeta xwe ya Edaletê didomînin wiha gotin: “Ne 50 roj 50 sal jî derbas bibin heta ku zarokên me neyên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexwşe û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 50’yan de ye. Gelek malbat ji bo ku li Meclîsê daxwazên xwe bînin ziman çûn Enqereyê, îro tenê 3 malbat beşdarî çalakiyê bûn. Xizma girtiyan Fevziye Kolakan a di çalakiya nobetê de axivî wiha got: “Ne 50 roj 50 sal jî derbas bibin heta ku zarokên me neyên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Kolakan, bal kişand ser girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û wiha axivî: “Girtiyekî ku 30 sal in di girtîgehê de maye, înfaza xwe qedandiye, tu poşmantiya çi lê ferz dikî? Zarokên me ji ber zimanên xwe girtîne, ji ber kurd in bi salan e di girtîgehan de ne.” Kolakan, xwest ku girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin werin berdan.”